Li welatê ku lê penaber bû hat kuştin
Jina Êzidî Baran Hasan Raşo ya ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li Şengalê reviya û penaber bû, li Midyadê ji aliyê kesekî bi navê Serkan Ozgun ve hat qetilkirin. Endama Platforma Jinan a Şahmaranê ya Mêrdînê Rênas Aburşu got; “Mixabin Baran ne tenê ye, gelek jinên penaber ên li navçeyê dijîn bi tirsa kuştinê dijîn.”
MEDÎNE MAMEDOGLU
Mêrdin - Jina Êzidî ya bi navê Baran Hasan Rasho ya 23 salî, du roj berê li gundê Ebşî yê navçeya Midyada Mêrdînê ji aliyê mêrê bi navê Serkan Ozgun ve bi çekê hat qetilkirin. Dema ku Baran li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da, kiryarê reviyabû hat girtin û piştî ku hat binçavkirin wî şandin girtîgehê. Komîsyona Mafên Jinan a Baroya Mêrdînê ji bo zarokê biçûk ê Baran bixe bin parastina dewletê ket dewrê, cenazeyê Baran hê jî li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê tê ragirtin.
Jiyana li ser riyên koçberiyê
Baran Hasan Raşo ya ku piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên sala 2014'an reviya hat Tirkiyeyê, bi malbata xwe re bi salan li kampa AFAD'ê ya li Midyadê ma. Di 2018’an de, Daîreya Koçberiyê ya ser bi Wezareta Navxweyî pênc kampên penaberan li Dîlok, Semsûr û Mêrdînê vala kir û piraniya penaberan li kampên cuda yên li Hatay, Kilîs û Rihayê bi cih kirin. Ji ber ku piraniya Êzidiyên li kampa Midyadê diman ewlehiya wan a jiyanê tunebû, li şûna ku biçin kampên bajarên ser sînor, li malên ku li navçeyê kirê kirine diman. Li gorî gelek raporên ku berê hatine eşkerekirin, Êzidiyên ku li malan bi cih bûne ji ber nikarin ji avahiyên Neteweyên Yekbûyî sûd bigrin di mercên zehmet de jiyana xwe berdewam kirine.
Qatil jina ku kuştiye sûcdar kir
Baran Hasan Raşo ku li Midyadê dima, yek ji wan bi sedan jinên Êzidî ye ku bi van zehmetiyan re rû bi rû dimîne. Hat hînbûn sal û nîv berê Baran ji hevjînê xwe veqetiyaye û bi zarokê xwe re li navenda Midyadê dijiya, zehmetiyên jinên penaber bi awayekî herî zelal nîşanî me dide. Hîn jî nayê zanîn çima Baran du roj berê li Midyadê ji hêla zilamek ve bi çekê hat kuştin. Kiryar Serkan Uzgun ku îfade da polîsan jina hatiye kuştin sûcdar kir.
"Kampa ku me ava kir qeyûm ji destên me girt"
Endama Platforma Jinan a Şahmaranê ya Mêrdînê Rênas Aburşu li ser bûyerê axivî î diyar kir ku jina hatiye kuştin nayê parastin û ji bilî Baran jinên din ên penaber ên li bajêr dijîn bi fikar in. Rênas Aburşu, anî ziman ku di meha dawî de li Tirkiye û bajarên Kurdistanê 27 jin hatine qetilkirin û ev komkujî ji aliyê dewletê ve hatine kirin û wiha got: "Kuştina jina penaber pir bi êş e. Jinên Êzidî ji sala 2014’an vir ve li Tirkiyeyê ne, ji ber şer neçar man ji deverek û cihekî din penaberiyê bikin. Di sala 2014'an de, dema şaredariyên HDP'ê di destên HDP'ê de bûn, me ji bo jin û zarokên Êzidî kamp çêkir. Lê mixabin, di sala 2016’an de, bi hatina qayûm tiştê ku destpêkê kirin girtina saziyên me yên jinan bû û dûre jî penaberên Êzidî bi tevahî şandin kampên AFAD’ê.”
Li Tirkiyeyê ewlehiya jiyana jinan tune ye”
Rênas Aburşu, anî ziman ku di kuştina Baran de para hikûmetê mezin e û got ku dewlet li dijî jinên Kurd xwedî nefretek mezin e û axaftina xwe wiha domand: “Mînak, Umîtcan Uygun, gumanbarê sereke yê Aleyna Çakir li derve bû lê mixabin, du roj berê, ew dîsa bi tometa kuştina jinekê hat girtin. Ew ê çend mehan di zindanê de bimîne û dîsa were berdan, ji ber ku dewlet bi destên xwe dike. Kujeran li derve dihêle. Ez dikarim li ser jinên penaber jî van tiştan bibêjim; Dewlet bi her awayî ji Kurdan nefret dike, ev eşkere ye. Ger hûn Kurd bin, bi taybetî ger hûn jinek Kurd bin, hûn gavek ji dewletê pêşvetir in. Ev nefret her ku diçe girantir dibe. Mixabin, Baran ne tenê ye, gelek jinên penaber ên li navçeyê dijîn bi tirsa kuştinê dijîn. Daxuyaniyên zilamê ku Baran kuşt jinên din ên penaber jî xemgîn dike. Li Tirkiyeyê ewlehiya jiyana jinan tune ye. ”