Li wargehên Xezayê 13 kesên ku 7 jê zarok bûn hatin qetilkirin
Di êrîşên Îsraîlê yên li ser başûrê Zîvala Xezayê de, herî kêm 13 kesên ku 7 ji wan zarok bûn jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Navenda Nûçeyan- Li gorî rapora nû ya Neteweyên Yekbûyî ji ber êrîşên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê, li ser kampên koçberan, nexweş nikarin derman bibin, ev yek jî dibe sedem ku gelek kes jiyana xwe ji dest bidin her wiha jiyana xebatkarên tendirustiyê di xeterê de ye.
Duh di saetên êvarê de Îsraîlê êrîşî wargeha koçberan a li herêma El Mewasî ya rojavayê bajarê Xan Yûnisê kir. Di encama van êrîşan de 13 kesên ku 7 ji wan zarok bûn, jiyana xwe ji dest dan. Her wiha bi dehan birîndar çêbûn û li gorî agahiyên Parastina Sivîlan û Wezareta Tendirustiyê agir bi konên koçberan ketiye.
Îsraîlê êrîşê mal û wesayîdek kir
Di heman demê de malek li herêma Qîzan a başûrê bajarê Xan Yûnisê jî ji aliyê Îsraîlê ve hate hedefgirtin û di encamê de 5 kesên ku 3 ji wan zarok bûn, jiyana xwe ji dest dan. Her wiha du kesan ji ber hedefgirtina wesayîdek li başûr-rojhilatê Xan Yûnisê û du kes jî di encama hedefgirtina malek li bajêr de jiyana xwe ji dest dan.
Di 7’ê Cotmeha 2023’an de di navber Tevgera Hemas û Hêzên Îsraîlê de şerek rû da. Di encamê de bi hezaran kes birîndar bûn û jiyana xwe ji dest dan ku piraniya wan jin û zarok bûn. Li bakurê Xezayê jî ji 6’ê Cotmeha 2024’an ve hêzên Îsraîlê operasyonên xwe yên hewayî û bejahî berfirehtir kirine. Di encamê de nêzî du hezar sivîl hatin kuştin û bi hezaran jî neçarî koçberiyê bûne. Di heman demê de ji ber van êrîşên dijwar gelek nexweşxane û navendên tendirustiyê ji xizmetê derketine.