Li Wargeha Mexmûrê dewreya perwerdeya ragihandinê

Atolyeya Ragihandina Ciwanan a Wargeha Şehîd Rustem Cûdî Mexmûrê hewl dide bi perwerdeyan derfetên xwe pêşxistinê ji ciwanan re ava bike û girîngiya ragihandinê di nava civakê de bide pêşxistin.

BERJÎN KARA

Mexmûr - Atolya Ragihandina Ciwanan a wargeha Mexmûrê jî di 10’ê meha Mijdarê de dewreyek perwerdeya ragihandinê li Akademiya Ragihandinê ya Şehîd Rênas Avesta dabûn destpêkirin. Bi giştî 10 ciwan beşdarî perwerdeyê bûn. Di perwerdeyê de mijarên; dîroka ragihandinê, danasîna kedkarên ragihandina azad her wiha nivîsîna nûçeyan, dîtbarî, kamera û tiştên dinên girêdayî ragihandinê hatin destgirtin.

Ciwanên ku beşdarî perwerdeyê bûn diyar kirin ku ji bo pêşxistin û parastina destkeftiyên civaka xwe divê hîmê herî bingehîn û armanca sereke ya ciwanan xweperwerdekirin be.

‘Bi taybetî ji bo civaka Kurd ragihandin pir girîng e’

Dîcle Benek a ku yek ji ciwanên beşdarî perwerdeyê bûye girîngiya ragihandinê ya ji bo gelê Kurd û tevahî civakan wiha pênase kir: “Ragihandin ji bo hemû civak û cîhanê gelek girîng e. Bi taybetî ji bo me civaka Kurd ku êrişên li ser gelê me tên kirin, bûyerên ku di nava civaka me de diqewimin her wiha zext û zordariya li ser civaka me em bikarin bi cîhanê re parve bikin û bidin nîşandan ragihandin pir girîng e.”

‘Her yek ji me xwedî kêrhatiyek cuda ye’

Dîcle Benek di berdewamiya axaftina xwe de qala destpêkirina perwerdeya ragihandinê kir û wiha got: “Perwerdeya ragihandinê di 10’ê Mijdarê de hat vekirin. Ji wê rojê heya niha em di gelek beşan de fêrî tiştên cuda cuda bûne wek mînak kompûter, kamera, montaj her wiha me destpêkê dîroka ragihandinê dît û me wisa dest pê kir. Perwerdeya me baş derbas bû. Em 10 kes beşdarî perwerdeyê bûn û di navbera me de ahengî çêbû. Her yek ji me xwedî kêrhatiyek cuda ye û em hewl didin di wan aliyan de xwe bi pêş bixin.”

‘Divê ciwanên wargehê serlêdana perwerdeyên tên vekirin bikin’

Dîcle Benek di dawiya axaftina xwe de bang li civak û ciwanên wargehê kir û got: “Xwe di hemu aliyan de pêşbixin. Niha zanîngeh li ser wargeha me hatine qutkirin û karên ku em di wargeha xwe de bikin kêm in. Ji bo bikaribin xwe bi pêş bixin divê serlêdan li perwerdeyên ku di nava wargehê de tên vekirin bikin û hewldanên wan hebin.”

‘Dixwazim di demên pêş nivîsan binivîsînim’

Zîlan Ozek di destpêka axaftina xwe de kêfxweşiya xwe ya ji bo beşdarbûna perwerdeyê anî ziman û got: “Mebesta min a beşdarbûna perwerdeya ragihandinê ew bû ku ez fêrî kamera, montaj û hwd. bibim. Ji bo di demên pêş de jî bikarin ji tv yan jî rojnameyan re nivîsan binivîsînim. Weke din em li vê derê fêrî gelek tiştan bûn, fêrî kompîtor, kamera û tiştên din ên ragihandinê.”