Li warê şoreşê zarok zimanê xwe yê Kurdî didin jiyîn

Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî ya ku dikeve 15’ê Gulanê, me serdana dibistanên Bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, xwendevanan nêrîn û hestên xwe parve kirin û gotin: “Em ê bi zimanê xwe bixwînin, biaxivin û bifikirin.”

EBÎR MUHEMED

Qamişlo- Hejmara yekemîn a Kovara ‘Hawar‘ê a bi zimanê Kurdî, di 15’ê Gulana 1932’an de li paytexta Sûriye Şamê ji aliyê Mîr Celadet Bedirxan ve hat derxistin. 57 hejmarên Hawarê hatin weşandin. Salvegera derketina kovara Hawarê, 15’ê Gulana 1998’an ve wek Roja Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Wekî ku tê zanîn, ji 100 salan zêdetir e Kurdî di bin polîtîkaya asîmîlasyoneke giran de ye. Kurdî hat qedexekirin zarokên Kurdan bi zimanê xwe yê Kurdî nexwendin.

Piştî damezrandina Rêveberiya Xweser û avakirina sîstema perwerdeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, êdî her mirovek ji her netewê bi zimanê xwe yê zikmakî hîn dibe. Rêveberiya Xweser xeyala Kurdan a hînbûna bi zimanê dayikê pêk anî û derfeta vejandin û zindîkirina zimanê Kurdî ava kir, bi taybetî ji bo nivşên nû yên pêşerojê. Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî ya ku dikeve 15’ê Gulanê de, me serdana çend dibistanên bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, xwendevanên ku niha bi zimanê xwe yê dayikê hîn dibin, hest û nêrînên xwe ji me re anîn ziman.

‘Eger zimanê me were bişaftin em ê tune bibin’

Sîlva Mihemed a 12 salî refa 6’an dixwîne li dibistana Corc Gorgîs, kêfxweşiya xwe ya hînbûna bi zimanê xwe yê zikmakî wiha tîne ser ziman: “Ez bi zimanê xwe yê dayikê Kurdî dixwînim, hesteke xweş e ku ez bi zimanê xwe dixwînim ji ber zimanê min ê dayikê ye. Eger zimanê me were işaftin, wê demê em ê jî tune bibin, ji lewre em ê xwedî li zimanê xwe derkevin. Ez ê xwendina bi zimanê zikmakî berdewam bikim da ku neyê pişaftin, ez ê zimanê dayikê biparêzim, binivîsînim û bixwînim.”

‘Em bi zimanê xwe dixwînin’

Viyan Elî ya 15 salî refa 9’an dixwîne li dibistana Ibrahîm Henano, ji ber siyasetên hikûmeta Şamê ya ferzkirina zimanê Erebî li ser zarokên Kurd, salên xwe yên destpêkê bi hînbûna bi zimanê Erebî derbas kir, niha jî ew bi zimanê xwe yê dayikê hîn dibe. Viyan Elî nêrîna xwe der barê vê yekê de wiha parve dike: “Min refa yekê bi Erebî dixwend, xwendina bi zimanê Erebî bi min zehmet bû ji ber ku ne zimanê min ê dayikê bû. Ev heşt sal in ez bi zimanê xwe hîn dibim û dixwînim, ji bo vê yekê ez bi rehetî xwendina xwe berdewam dikim.”

Viyan Elî ji bo Cejna Zimanê Kurdî hêvî dike ku her dem hebe û wiha bi dawî kir: “Piştî ku ez mezin bûm, êdî fêrî wateya hînbûna bi zimanê dayikê bûm. Min gelek tişt ji hev cuda kirin û nas kir. Girîng e ku her mirovek bi zimanê xwe perwerde bibîne, nabe ku zimanê Kurdî were windakirin. Dixwazim zimanê Kurdî her dem bimîne li ser ziman û neyê windakirin.”

‘Rêveberiya Xweser derfet ji me re ava kir’

Rosîm Resûl a 15 salî refa 9’an dixwîne, ew jî di heman dibistana Viyan Elî de dixwîne. Rosîm Resûl jî heman zehmetiyê kişandiye ku salên xwe yên zaroktiyê bi perwerdeya zimanê Erebî derbas kir, Rosîm Resûl wiha nerazîbûna xwe ya hînbûna zimanê Erebî bi darê zorê tîne ziman: “Mamosteyan dixwestin em bi zorê bi zimanê Erebî bixwînin, dixwestin me li ser çand û sincên wan mezin bikin. Li her hêla Kurdistanê heman siyaset tê meşandin. Li Bakurê Kurdistanê zimanê tirkî didin, li Başûr û Rojavayê Kurdistanê Erebî û li Rojhilatê Kurdistanê jî zarokan hînî zimanê Farsî dikin. Spasiya Rêveberiya Xweser û Desteya Perwerdeyê dikim ji ber ku derfetek mezin dane me ku em Kurd bi zimanê xwe hîn bibin û bixwînin.”

‘15’ê Gulanê li me pîroz be’

Rosîm Resûl teqez kir ku ew ê her dem serkeftî bin di xwendina xwe de û wiha bi dawî kir: “Ji bo ku zimanê me zindî bimîne û neyê helandin, pêwîst e em di xwendina xwe de jêhatî bin û her berdewam bikin. Dixwazim di pêşerojê de bibim dadmendek û edaletê bimeşînim. Herî dawî jî ez Cejna Zimanê Kurdî li hemû Kurdan pîroz dikim.