Li Wanê zarokek ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest da

Li navçeya Payîzava ya Wanê ji ber barana zêde lehî rabû. Ji du birayên ku duh ber lehiyê çûn Berkcan Karakoç jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan – Li navçeya Payîzava ya Wanê barana zêde ya du rojên dawiyê bû sedema lehiyê. Li nêzî Çemê Bozyigin ê li taxa Arîxan Berkcanê 5 salî û Ş. Karakoç ê 7 salî ku birayên hevbûn dema ku dilîstin ber lehiyê çûn. Ji aliyê kesên li derdor ve Ş. ji avê hat derxistin. Cenazeyê Berkcan Karakoç 3 kîlometre dûrî bûyerê hat dîtin.

Ekîbên tendirustiyê yên hatin cihê bûyerê cenazeyê Berkcan birin Navenda Tibê ya Dursun Odabaşi ya Zanîngeha Sedsalê ya Wanê.