Li Wanê mîtînga jinan tê lidarxistin
Li Wanê di çarçoveya xebatên hilbijartinê yên Partiya Çep a Kesk de di 26'ê Nîsanê de mîtîng tê lidarxistin.
Navenda Nûçeyan – Partiya Çep a Kesk ji bo hilbijartinên 14'ê Gulanê dê li gelek cihan mîtingan li dar bixe. Di 26'ê Nîsanê de dê mîtînga jinan were lidarxistin. Jinan bi daxuyaniya çapemeniyê ya li buroya hilbijartinê ya jinê a li Kolana Cumhuriyetê ragihandin ku dê di 26'ê Nîsanê de mîtinga jinan li dar bixin.
Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), TUHAY-DER, Komîsyona Jinê ya Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD), Meclisa Dayikên Aştiyê, Namzedên Partiya Çep a Kesk û gelek jin tevli civînê bûn.
‘Dê jin encama hilbijartinê diyar bikin’
Ji parêzerên OHD'ê Ebru Demîrtepe hemû kesan vexwend mîtinga ku wê di 26'ê Nîsanê de bê lidarxistin û bal kişand ku wê encama hilbjartinê jin diyar bikin.
Mîting dê li Parka Aştiyê ya Mûsa Anter ku di 26’ê Nîsanê saet 12:00’an bê lidarxistin de Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan, Başak Demîrtaş û namzedên parlamenteriyê yên Partiya Çep a Kesk jî di mîtingê de biaxivin.