Li Wanê ‘Komxebata Plansaziya Stratejîk’ a Jinan hat lidarxistin

Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal, di “Komxebata Plansaziya Stratejîk a Jinan” de diyar kir ku demokrasiya herêmî bi tevlibûna jinan bi pêş dikeve.

Navenda Nûçeyan- Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, li oteleke Wanê, “Komxebata Plansaziya Stratejîk a Jinan a 2025-2029’an” li dar xist. Di komxebatê de siyasetmedar Sebahat Tuncel, Parlamentera DEM Partiyê Sumeyye Boz, Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslihan Şedal, Seroka Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin Refike Sonmez, hevşaredarên herêmê û navçeyan amade bûn. Dîsa nûner û rêveberên jin ên DBP, OHD, Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, Komeleya Jinan a STAR’ê û nûnerên gelek saziyên sivîl û civakî amade bûn.

‘Bêyî jinan plansaziya pêşerojê nayê dabe’

Destpêkê hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal axivî û diyar kir ku demokrasiya herêmî bi tevlibûna jinan bi pêş dikeve û got: “Pêşeroja bajar, welat û cîhanê bêyî ku jin tevli plansaziya pêşeroja bibin, plansaziya pêşerojê nayê kirin. Ji ber vê yekê dema plansaziyek bê kirin û biryarek bê dayîn divê teqez jin di nava biryar û plansaziyê de cihê xwe bigrin. Di biryar û plansaziyê de gotina herî bi hêz em ê bibêjin. Ji bo vê yekê em bi biryar in. Di rêveberiya herêmî û saziyên din de pergala hevserokatiyê îsbata vê yekê ye. Ji bo em bibin xwedî biryar û vîn, me gelek bedelên giran dan. Ger em îro ewqas bi hêz bin ji ber vê biryar û berxwedana me ye.”

‘Em li dijî navenîdîbûnê demokrasiyê ava dikin’

 Neslîhan Şedal, destnîşan kir ku jin îro têkoşîna hebûnê didin û wiha domand: “Li cihekî ku jin lê tune bin, jiyan bi pêş nakeve, Jiyan ava nabe. Ev rastî ji aliyê her kesê ve hatiye qebûlkirin. Me di 31’ê Adarê de bajarên xwe ji qeyûm rizgar kir. 3 meh di ser hilbijartinê re derbas bûn. Me jinan di 3 mehan de nîşan da ku em dikarin çi bi ser bixin. Ev komxebata plansaziya stratejîk ji bo vê yekê gelek girîng e. Li dijî hişmendiya mêr û rejîma mêr em ala wekhevî û azadiyê bilind dikin. Em li dijî navendîbûnê demokrasiyê ava dikin. Demokrasiya herêmî bi tevlibûna jinan bi pêş dikeve. Rêveberiya me ji bo jiyana wekhev û azad, jinên xweser û azad xwe bi rêxistin dike. Hevserokatî û nûnertiya wekhev rastiya vê yekê ye. Em ê jiyana bê tundî, wekhev û azad bi hev re ava bikin.”

Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt jî anî ziman ku ew di çarçoveya paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê de de xebatên xwe didin meşandin û wiha got: “Îro hemû jinên li vir di nava Plansaziya Stratejîk a Jinan de cih digrin, ev yek ji bo me gelek girîng e.”

Jinan piştî axaftinan, li sînevîzyona der barê xebatan de temaşe kirin. Komxebat bi pirs û bersivan didome.