Li Wanê gel li dijî darbeya hilbijartinê dimeşe

Ji gelek deverên Wanê li dijî darbeya hilbijartinê ya AKP’ê meş dest pê kirin.

Navenda Nûçeyan – Bertekên li dijî nedayîna mazbataya Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan îro jî berdewam kirin. Li seranserî bajar derabeyên dikanan nehatin vekirin û ji 7 noqteyên bajar meş dest pê kirin. Bi sedan kes di meşê de dirûşmên “Abdullah Zeydan rûmeta me ye” berz dikin. 

Li hinek deveran polîsan êrişî girseyê kirin. Li ser vê yekê welatiyan dest bi danîna berîqetan kirin.