Li Wanê bikaranîna madeyên hişbir bi ‘polîtîkayên şerê taybet’ belav dibe

Her çiqas tê gotin ku temenê bikaranîna madeyên hişbir li Wanê daketiye 10-12 salî, Hevseroka Şaxa Egîtîm-Senê ya Wanê Funda Demîr Bozkurt belavbûna vê diyardeyê di çarçoveya ‘polîtîkayên şerê taybet’ de nirxand.

MEMÎHAN HILBÎN ZEYDAN

Wan – Her ku bikaranîna madeyên hişbir belav dibe, zarok û ciwanên li bajarên Kurdan her diçe bi gefên girantir re rûbirû dimînin. Daneyên ji Wanê nîşan didin ku temenê bikaranîna madeyên hişbir daketiye 10-12 salan. Ev jî nîşan dide ku êdî tiryakbûn ne tenê pirsgirêkek kesî ye, krîzeke civakî ye. Tê destnîşankirin ku madeyên hişbir ji bo zarok û ciwanan, bi taybetî li derdorên dibistanan, bi hêsanî tên belavkirin û krîza aborî, xizanî, bêkarî, nebûna perspektîfên pêşerojê, koçberiya bi zorê û wêrankirina civakî ya ji ber şer vê rewşê kûrtir dike.

Her çiqas li Wanê ku li ser sînor e, di operasyonên li dijî bazirganiya narkotîkê de gelek madeyên hişbir hatibin desteserkirin jî rastiyek e ku gihîştina madeyên hişbir her diçe hêsan dike û bikaranîna wan di nava ciwanan de bêhtir xuya dibe. Her çendî Wan bi operasyonên narkotîkê di nûçeyan de dibe rojev jî bazirganiya narkotîkê ya bê kontrol û dijwar dibe sedema fikaran. Bi vebûna dibistanan re, dê û bav û perwerdekar herî zêde bi fikar in, ji ber deriyên dibistanan wekî cihên ku madeyên hişbir lê tên firotin tên binavkirin. Li gorî lêkolînên meydanî û daneyên hatine bidestxistin, temenê bikaranîna madeyên hişbir daketiye 10-12 salî. Ji sedî 60 zêdetir bikarhênerên ku serî li navendên dermankirin û şêwirmendiyê (AMATEM/YEDAM) didin an jî wekî bikarhêner tên nasîn, ciwanên di navbera 16-30 salî de ne.

Hevseroka şaxa Eyitim-Sen’a Wanê Funda Demîr Bozkurt, diyar kir ku belavbûna bikaranîna madeyên hişbir, nabe tenê weke pirsgirêkek ji bo kesan an malbatan were dîtin da zanîn ku ev yek sedemên rast ên krîzê vedişêre. Bal kişand ser pevçûnên demdirêj û ‘polîtîkayên şerê taybet’ ên li Kurdistanê û rewşa heyî ji ajansa me re nirxand.

‘Bi krîzê re bikaranîna wê belavtir bû’

Funda Demîr Bozkurt da zanîn ku zêdebûna rêjeya bikaranîna madeyên hişbir û daketina temenê bikarhêneran dibe ku gelek sedem hebin, weke krîzeke civakî bi nav kir û got: “Dema em weke krîzeke civakî li vê dinêrin, dikarin gelek sedeman daynin holê. Em dikarin bibêjin ku krîza aborî belavbûna bikaranîna medeyên hişbir zêdetir kiriye. Ji ber ku bi her xizanî, bêkarî, nebûna perspektîfên pêşerojê û fikarên li ser pêşerojê derdikevin holê, meyla bikaranîna madeyên hişbir di nava kesan de zêde dibe. Wekî din, koçberiya bi zorê, devjêberdana dibistanê, gihîştina hêsan a madeyan û nebûna hewldanên pêşîlêgirtinê û berfireh ji bo çareserkirina vê yekê, tenê balkişandina ser kesên ku madeyan difiroşin an bikar tînin û ne çareserkirina pirsgirêkên civakî yên bingehîn û faktorên cûrbecûr ên ku dibin sedema krîzê, rewşa heyî kûrtir dike. Ji ber vê, kes dikarin ji ber gelek sedeman berê xwe bidin madeyên hişbir.”

‘Polîtîkayên şerê taybet didomin’

Funda Demîr Bozkurt îşaret bi wê yekê kir ku yek ji sedemên herî berbiçav ên bikaranîna madeyên hişbir hêsanbûna gihîştina madeyan e û tekez kir ku peydabûna hêsan a madeyên kîmyewî bûye sedema bikaranîna berfireh û wiha got: “Bi gelemperî, em li Tirkiyeyê, bi taybetî li Kurdistanê, zêdebûna bikaranîna madeyên hişber dibînin. Em dikarin bibêjin temenê bikarhêneran li Wanê daketiye 10’an li Amedê daketiye 8’an li Bursayê jî daketiye 9’an. Lê dema em vê yekê dinirxînin, pêdivî heye ku ji bo Kurdistanê çarçoveyeke cuda bê afirandin. Ji ber ku 50 sal in li Kurdistanê qadek a pevçûnê heye. Ji ber vê, rewşek heye ku ev qad bûye sedema krîzeke civakî. Ya herî girîng, em nikarin vê rewşa pevçûnê tenê bi çek, top û tifingan binirxînin. Ew ne tenê bi vî rengî tê kirin. Di heman demê de, kategoriyeke cuda heye, em weke polîtîkayên şerê taybet pênase dikin, ev rewşa pevçûnê bi xwe re tîne. Polîtîkayên şerê taybet hewldanên bidestxistina encamên bi çekan nayên bidestxistin bi rêbazên psîkolojîk, sosyolojîk û civakî ne. Di civakê de krîzan diafirînin û zemînê ji bo hilweşîna civakî amade dikin.”

‘Sedema belavbûna li Kurdistanê polîtîk e’

Funda Demîr Bozkurt diyar kir ku teşwîqkirina ciwanan ber bi bikaranîna madeyên hişbir ve, bi zorê xistina jinên ciwan a nava fihûşê û wêrankirina di warên çandî, civakî û hunerî de tê afirandin, hemû bi polîtîkayên şerê taybet pêk tên û wiha domand: “Belavbûna li Kurdistanê divê ji aliyê polîtîk ve bê xwendin. Di vê serdema ku behsa aştiya mayînde tê kirin de, em niha dest bi dîtina wêranî û krîza rast a piştî pêvajoya pevçûnê çêbûye dikin. Civak êdî vê mijarê hîs dike, diceribîne û analîz dike. Em bi salan e wekî polîtîkayên şerê taybet bi nav dikin. Yek ji sedemên herî girîng ên krîza aborî pêvajoyên pevçûnê ne. Li gel krîza aborî, xizanî û bêkariya kûr derdikeve holê. Pênase û navê xizaniyê diguhere. Pênaseyên weke xizaniya jinan, zarok û ciwanan derdikevin holê. Ev yek jî kesan ber bi bikaranîna madeyên hişbir ve dibe. Pêvajoyên pevçûnê ne tenê bi rewşên pevçûnê yên ku bi herêmeke taybet ve girêdayî ne ve sînordar in. Tundiya civakî rê li ber tundiya nava malê vedike. Em dibêjin, ‘kuştina jinan polîtîk e’ Çima polîtîk e? Ji ber ku bi wê yekê ziman û rewşên pevçûnê xwe xwedî dikin. Bi heman awayî, tundiya di nava civakê de bi wan pêvajoyên pevçûnê, şerên ku di nav civakê de hene xwe xwedî dikin. Bêguman, ger kesek rastî tundiya nava malê yan civakî hatibe, hatiye dûrxistin, di nava civakê de nikaribûye cihekî têrker bibîne, yan jî xwe weke welatiyek wekhev nebîne, pir awarte ye ku ew çareseriyê di bikaranîna madeyên hişbir de bibîne.”

‘Divê dibistan bibin cihên bi ewle’

Funda Demîr Bozkurt anî ziman ku dibistan qadên giştî ne û divê ji bo xwendekar, mamoste û her kesê ku li dibistanê dixebite qadek bi ewle be û ev tişt got: “Di demên dawî de, bi tundiya li dibistanan, tundiya li ser dibistanan û tundiya li dijî xwendekar û xebatkarên perwerdeyê, me dest bi nîqaşkirina têkiliya di navbera dibistanan û tundiyê de kir. Di demên dawî de, li Manîsayê êrîşek li dijî dibistanek çêbû, li Wanê dema ku keçek bi çek çû dibistanê û xebatkarên perwerdeyê û dê û bavan mudaxele kirin krîzeke mezin çêbû lê hat astengkirin. Li Osmaniyeyê xebatkarek perwerdeyê hat kuştin. Ji ber vê, pir eşkere ye dibistanên me ne cihên bi ewle ne. Her çendî divê ew cihên giştî û ewle bin jî pergala heyî dibistanan ji wê rewşa ewlehiyê derxistiye. Ger bi çek an kêrê ketina dibistanek ewqas hêsan be, hûn nikarin rê li ber firoşkarên narkotîkê yên li ber dibistanan digerin bigrin. Tundiyek heye ku ketiye nava polan jî. Derdora dibistanan zêdetir bi xetera tundiyêre rûbirû ne. Bi hêsanî dikarin bibin cihên ku firoşkarên narkotîkê dikarin xwe li wan bicih bikin. Em dibêjin dibistan û derdorên dibistanan divê ji bo ciwan û zarokan cihên bi ewle bin.”

‘Divê der barê xetera li derdora dibistanan de nexşeyek hebe’

Funda Demîr Bozkurt têkildarî tiştên ku divê bên kirin û rêbazên têkoşînê yên li dibistanan û derdora wan ev tişt anî ziman:

“Daxwaza bicihkirina hêzên ewlehiyê yan jî yên yasayî li ber dibistanan vê pirsgirêkê çareser nake. Em nikarin bêyî perwerdeya wekhev, dadwer, demokratîk û aştiyane, tundiya di nava dibistanan de yan jî li dijî dibistanan çareser bikin. Em nikarin mijara tundiyê bêyî têkiliya di navbera dibistan û civakê de fêm bikin û rave bikin. Divê xetera li derdora dibistanan were dîtin. Divê tedbîrên cûrbecûr, bi balkişandina ser nepenî û nasnameya zarokan bên girtin. Divê hejmara şêwirmendên rêberiyê li gorî hejmara xwendekarên her dibistanê bên zêdekirin. Her dibistanek pisporek xizmetên civakî hewce dike. Divê derfetên kar ên bi vê ve girêdayî bên afirandin. Li şûna ku ewlehî li dibistanan tenê bi têgihîştinek xav a ewlehiyê bê damezrandin divê mekanîzmayek bê afirandin ku dibistan, malbat, dê û bav, zarok, rêxistinên civaka sivîl û sendîkayên perwerdeyê tê de cih bigrin. Pêwîstiya dibistanan bi çi heye, rewşa herêmê çi ye, çi cureyên xeteran hene? Ji bo jiholêrakirina rîskên heyî divê tedbîrên pêşîlêgirtinê werin girtin.”

‘Pergala heyî nikare zarokan ji tundî û madeyên hişber biparêze’

Funda Demir Bozkurt, destnîşan kir ku pergal rola saziyên perwerdeyê bi qadeke sînorkirî, wek pêşîgirtina li bikaranîna madeyên hişbir û ravekirina zirarên madeyên hişbir ve asê dike û diyar kir ku pergal gihîştiye wê astê ku dibêje, ‘Divê hûn zirarên bikaranîna madeyên hişbir û bikaranîna madeyan li dibistanê rave bikin lê ev bes e’ û wiha got: “Dane û analîz vê yekê nîşan nadin. Divê dibistan cihê çandî, civakî û bi ewle bin. Dema zarokek diçe dibistanan divê xwe bi ewle hîs bike, bikaribe civakî bibe, çanda xwe bijî, bi zimanê xwe yê zikmakî biaxive û hest bi aydiyeta dibistan û derdora wê bike. Pêdivî bi pergaleke wisa heye. Pergala heyî nikare zarokan ji tundî û madeyên hişber biparêze. Di demên dawî de bûyerên xwekuştina zarokan zêde dibin û nikarin tiştekî ji bo vê yekê bikin. Ev tê wê wateyê ku di mekanîzmayê de pirsgirêkek cidî heye. Ji bo ku ev mekanîzma bixebite divê hewldanên cidî bên kirin.”

‘Divê hemû beşên civakê rola xwe bilîzin’

Funda Demôr Bozkurt, diyar kir ku ew nikarin bigihîjin daneyên li ser bikaranîna madeyên hişbir û got ku xebatkarên perwerdeyê nikarin beşdarî tedbîrên pêşîlêgirtinê bibin û wiha got: “Belavbûna bikaranîna madeyên hişbir û veguherandina wê ya pirsgirêkek civakî ne pirsgirêkek e ku tenê saziyên perwerdeyê dikarin çareser bikin. Ger em behsa krîzek an pirsgirêkek civakî dikin divê hemû sazî, rêxistin û komeleyên di nav wê civakê de di vî warî de rol, mîsyon û berpirsiyariyê bigrin ser xwe. Divê saziyên perwerde û tenduristiyê, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên girseyî yên demokratîk û komeleyên ku der barê zarok, jin û ciwanan de dixebitin di vê wateyê de bixebitin. Divê ev sazî û rêxistin bi hev re hevkariyê bikin.”

‘Ger sazî û civak bibin yek tedbîrên pêwîst dikarin bên girtin’

Funda Demîr Bozkurt, çalakiya nobetê ya jinan a di meha Tebaxê de li taxa Xaçorta Wanê ji bo pêşîgirtina li firotin û bikaranîna madeyên hişbir bi bîr xist û got: “Ev nîşan dide ku ger sazî û civak bibin yek, tedbîrên pêwîst dikarin li dijî xwezaya wêranker a rewşan bên girtin û bingehek ji bo diyarkirina zelal a tiştê hewce ye dikare bê danîn. Em nikarin çareseriyê tenê li dora girtina firoşkarên madeyên hişbir û rehabîlîtasyona bikarhêneran bibînin. Berovajî vê divê tevahî civak li ser rê û rêbazên pêkanîna vê pêvajoyê bi awayekî saxlem nîqaş bike. Divê em li ser rê û rêbazên sîstematîk ên parastina zarok û ciwanan li dijî bikaranîna zêde ya madeyên hişbir nîqaş bikin.”

https://www.youtube.com/watch?v=WUR34QFTW2Q