Li Wanê 9 jin hatin binçavkirin

Li Wanê 9 jin bi hêceta ku bejdarî meşa 8’ê Adarê roja jinên kedkar ên Cîhanê bûne û di meşe de dirûşm berzkirine hatin binçavkirin.

Wan- Li Wanê serê sibê polîsan li ser gelek malan de girt. Di serde girtinê de rêxsitinên civaka sivîl û nunerên partiyên siyasî ji di nav de 9 jin hatin binçavkirin. Bi hinceta ku di 8'ê Adarê de bejdarî meşê bûne û dirûşme berzkirine hatine binçavkirin. Jinên ku hatîn binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Wanê.

Navên kesên ku hatin binçavkirin wiha ye: Hevşeredara HDP'ê ya Seravê ya ku li şûna wê qeyûm hatî tayînkirin Caziye Duman, Hevseroka Komeleya Lêkolînê ya SERHAT GOÇ Gulşen Kurt, endama Meclîsa Şaredariyê ya Rêya Armûşê Ozlem Tuci, Hatice Bariştiran, Hevseroka Partiya Çep û Keskan a Wanê Gunul Uzunay, ji MEBYA-DER'ê Hanim Kaya, Hevseroka TUHAY-DER'ê Edîbe Babûr, Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) Zeynep Kaya û endama Meclîsa Şaredariya Tuşbayê Songul Işik.