Li Vîetnamê lehî: 3 kes jiyana xwe ji dest dan

Li Vîetnamê ji ber lehiya ku ev çend roj in dewam dike bi sedan mal, zeviyên çandiniyê û beşek ji rêyên trenê zirar dîtin.

Navenda Nûçeyan – Rayedarên Viyetnamê ragihandin ku di encama barana ku ev çend roj in li naverast û bakurê Vîetnamê berdewam dike de 3 kesan jiyana xwe ji dest dane û li çend bajarên eyaleta Ha Tinh jî li navenda Vîetnamê. welat negihiştinê ne.

Dezgeha Kontrolkirina Lehî û Bahozê di raporta xwe ya dawî de amaje bi wê yekê kir ku hêzên polîs û artêşê berdewam alîkariya xelkê li deverên di metirsiyê de dikin û lêgerîna jineke bîst û neh salî li parêzgeha Ha Tinh berdewam e.

Ji ber lehiyê bi sedan mal zeviyên çandiniyê beşek ji rê û xetên trenê yên li bakur û başûrê Vîetnamê di bin avê de man.

Li eyaleta Cao Bang a li herêmên bakur ên ser bi Çînê ve, welatiyek jiyana xwe ji dest da.

Ji destpêka îsal ve li Vîetnamê ji ber karesatên xwezayî bi taybetî lehî û şimitîna axê 136 kes mirin û jiyana xwe ji dest dan.