Li Urmiyeyê rêjeya xwendin û nivîsandinê ne li gor statîstîkan e

Tevî statîktîkên fermî nîşan didin rêjeya xwendin û nivîsandinê li Urmiyeyê ji sedî 95’ê jî, kesên temenê wan mezin xwendinê nizanin. Xwendekara beşa civaknasiyê Şermîn Karîmî, bal kişand ku bi taybetî jinên ji 45 salî mezintir ên gundan nexwenda ne.

YARA AHMEDÎ

Mehabad- Rêbazên hikûmetê yên beriya avakirina Komara Îslamî ji bo zêdekirina xwendin û nivîsandinê bi “Tevgera Xwendin û nivîsandinê” ket rojevê. Tevgera Xwendin û nivîsandinê ya di sala 1979’an de bi armanca fêrkirina xwendin û nivîsandinê ji kesên temenê wan mezin û zarokên navçeyên kêmderfet bi fermana Xumeynî hat damezrandin, bi dibistanan re heta îro xebatên xwe domand.

Her çend li gorî daneyên fermî li Îranê li seranserê welat rêjeya kesên nexwendekar ji sedî 12 tê nîşandan jî hê li gelek herêman hejmara kesên nexwenda zêde ye. Di serjimêriya sala 1957’an de, li Urmiyeyê rêjeya xwendin û nivîsandinê ji sedî 38, 26 hat tesbîtkirin. Rêveberiya Perwerdeya Urmiyeyê, diyar dike ku niha rêjeya xwendin û nivîsandina li bajêr ji sedî 95 e û vê serkeftinê jî deyndarê 'Tevgera Xwendin û nivîsandinê’ ne. Li gorî van daneyan li hemû herêman ji 100 kesan herî kêm 95 xwendekar in. Lê ji ber ku pêkhatina nifûsa parêzgehê û bi taybetî jinên temenê wan mezin û extiyarên li herêmên xizan li ber çav nayên girtin, tê dîtin ev dane rastiyê nîşan nadin.

Armanca kampanyayên xwendin û nivîsandinê veguherî bidestxistina dahatê

Dema ku li Urmiyeyê kampanyayên xwendin û nivîsandinê dest pê kirin, gelek kes bi daxwaz bûn ku di çarçoveya kampanyayê de tevlî dersên xwendin û nivîsandinê bibin. Lê piştî ku kampanya veguherî bidestxistina dahatê, bi serkeftî nebû.

Bi gelek polîtîkayên Komara Îslamî, armanc ew e ku di civakê de û bi taybetî jî li Rojhilatê Kurdistanê civaka nezan ava bikin. Ji ber ku piraniya xwepêşanderan ji zanîngeh û hawirdorên akademîk pêk tên.

Ango ferdên ku digihijîn pileyên bilind ên akademîk lê ji ber polîtîkayên Îranê nikarin bi pêş ve biçin, di hawirdorek zanistî de bi valahiyek re rû bi rû dimînin. Her wiha gelek zarok piştî COVID-19 li herêmên xizan û heta li bajaran bi pirsgirêkên perwerdeyê re rû bi rû man. Li van cihan derfeta telafîkirina perwerdeya paşvemayînê nedîtin.

Rêjeya xwendin û nivîsandinê xapandinek e

Di vê qeyrana ku demek dirêj e didome de, li parêzgeha Urmiyeyê behskirina rêjeya ji sedî 95 a xwendin û nivîsandinê nayê qebûlkirin û tê dîtin ku xapandin û derewek îstatîstîk e. Her wiha, li gorî lêkolînên li cîhanê hatine kirin; xwendina siyasî, beşa fînansî, teknîkî û teknolojîk, ev hemû ji bo jiyana serkeftî, azad û bi zanebûn pir zêde pêdiviyek e.

'Dapîrên min xwendin û nivîsandinê nizanin’

Xwendekara beşa civaknasiyê Şermîn Karîmî ya 20 salî ku ji bo kampanyaya mijara gotinê ji malbata xwe mînak dide, wiha axivî:

“Dapîrên min di navbera temanê 60 û 70 salî de ne û yek ji wan xwenda nîn e. Ev rewş, bi taybetî di nava jinên ji 45 salî mezintir û li gundan dijîn de zêde tê dîtin. Bi vê yekê re, gelek ji wan çûn polên kampanyayê û ji bo fêrbûnê daxwaza wan hebû lê ji bo wan perwerde û şert û mercên guncaw tunebûn. Ango di pratîkê de tiştek nekiribin jî ji bo xebatkarên kampanyayê girîng e ku tenê kesek nexwendekar bibînin û navê xwe binivîsînin da ku di pergalê de qeyd bikin û bibêjin 'Me kesek fêrî xwendin û nivîsandinê kir.”

'Ez tevli kampanyayê bûm lê ders nehat dîtin’

Zeynep T. jî anî ziman zanabûn û xwendin û nivîsandin ji bo wê taybet e û wiha got:

“Min zarokên xwe yên keç şand dibistan û zanîngehê. Lê tevî ku ez pir eleqedar bûm jî nikaribûm bibim xwendekar. Tevî ku ez çend sal berê tevlî vê kampanyayê bûm jî tu ders nehat dayîn. Beriya çend rojan xwişka min telefonî min kir û wiha got; ‘tu jî nizanî xwendin û nivîsandinê, kesek ji vê kampanyayê hat û got kesê ku qeyd bibin ez ê milyonek tumen bidim.’ Lê min diyar kir ku navê min ji xwe di pergala wan de hatiye qeydkirin û ez êdî nikarim qeyd bikim. Dibêjin ku kampanyayê ji bo îstîhdama fermî ya perwerdeyê çêdikin.”