Li Urdunê jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hat xeniqandin
Li Parêzgeha Belqa ya Urdunê jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hat xeniqandin.
Navenda Nûçeyan – Bûyerên kuştina jinan li Urdunê zêde bûne. Ji destpêka vê salê ve 13 jin, tenê di vê mehê de 3 jin li Urdunê hatine kuştin. Li parêzgeha Belqa ya dikeve rojavayî paytexta Urdunê Amman, mêrekê li hevjîna xwe xist, paşê jî ew xeniqand.
Midûriyeta Ewlehiya Giştî ya parêzgariyê got ku wan raporek li ser mirina jinek di hundurê mala xwe de girtiye û di encama lêpirsînan de hat xuya kirin ku ev jin ji hêla hevjînê xwe ve hatiye xeniqandin.
Li gorî Asayişa giştî ya parêzgehê, ev mêr hatiye girtin û li kuştina hevjîna xwe mikur hatiye. Lêpirsîn hîn jî berdewame.