Li Tûnisê ji bo perwerdeyêxwepêşandan tê lidarxistin

Li Tûnisê mamosteyên dibistan û zanîngehan ji ber rewşa xirab a perwerdeyê ku bûye sedemê xirabiya rewşa aborî û pîşeyî nerazîbûn nîşan dan.

Navenda Nûçeyan- Hikûmetên ku yek li pey yekê li Tûnisê sîstema perwerdeyê paşguh kirine bûne sedema şikestinan.

Mamoste di 25’ê Nîsanê de li ber avahiya wezareta Perwerdeya Tûnisê ji bo rêxistinkirina rewşa pîşeyî û aborî û bi cihkirina rêkeftin û rêzgirtina li zagonan xwepêşandan li dar xistin.

Xwepêşandan ji ber ku wezareta perwerdeyê bersiva daxwazên wan nedan, mamosteyan di meha Adara borî de biryara baykota ketina waneyan dan û dest bi rêzeçalakiyên nerazîbûnê kirin. Herî dawî di 5’ê Nîsanê de li ber deriyê wezareta perwerdeyê ya Tûnisê û beşên perwerdeyê çalakî hatin lidarxistin.

Di daxuyaniya di 3’ê Nîsanê de wiha hat gotin: “Biryara kişandina ji tevayî dibistanan heta dawiya salê wek pêngevek e.” 

Her wiha zanîngeha giştî ya xwendina bilind û lêkolînên zanîstî di daxuyaniya di 24’ê Nîsanê de ragihand ku mamosteyên xwendina bilind, wê roja pêncşemê 27’ê Nîsanê dest bi greva giştî bikin.