Li Tûnisê tundiya li dijî jinan du qat zêde bûye

Koordînatora Hiqûqî ya Komeleya Destpêkê Jin Afwa El-Messaouî got ku li Tûnisê tundiya li dijî jinan du qat zêde bûye û destnîşan kir ku ji ber pêkneanîna zagonan, nezanîna jinan di warê mafên wan de û zextên civakê tundî zêde bûye.

ZOUHOUR MECHERGUI

Tûnis – Şerê ku li welatên Rojhilata Navîn berdewam dike û berfireh dibe, bandorê li hemû welatan dike. Polîtîkayên şer ji bo tundiya mêr bingehê ava dikin, zagonên ku ji bo tundiya li dijî jinan û cihêkariyê hatine derxistin, li ser kaxezê dimînin. Koordînatora hiqûqî ya Komeleya Destpêkê Jin Afwa El-Messaouî diyar kir ku komeleya wan li dijî her cure cihêkarî û tundiya li dijî jinan têdikoşe û bi xebatên ku dane meşandin hewl didin zêdetir jinan beşdarî qadên civakê bikin.

Bi xebatên komeleyê hedef ew e xwe bigihîjînin jinên ji her beşê

Afwa El-Messaouî diyar kir ku jin ji mafên xwe bê agahî ne û di vê mijarê de erk dikeve ser medyayê. Afwa El-Messaouî ji bo têkoşîna li dijî tundiya li dijî jinan zagona sererast a sala 2017’an bi bîr xist û wiha got: “Li herêmên çolwar jin ji mafên xwe haydar nîn in ger haya wan hebe jî giliyê mêrê ku tundiyê dikin nakin. Em ji bo jinên li başên çolwar rastî tundiyê tên û jinên xwedî pêwîstiyên taybet xebat didin meşandin. Navendên ku jin jê alîkariyê bigrin û xwe bispêrinê tune ne.”

Ji bo pêkanîna zagona 58’an bang kirin

Afwa El-Messaouî da zanîn ku li Tûnisê di salên dawî de tundiya li dijî jinan du qat bûye û wiha got: “Ji ber serxwebûna wan a aborî tune ye, gelek jin neçar dimînin vê rewşê qebûl bikin. Bi xebatên ku em didin meşandin, hewl didin jin aboriya xwe ya serbixwe bi dest bixin.” Afwa El-Messaouî bal kişand ser madeya 58’an a ku bi armanca wekheviya zayendî hatî derxistin û ji bo rast pêkanîna vê zagonê bang li rayedaran kir.

‘Divê zagon zelaltir û û bi bandortir bin’

 Afwa El-Messaouî destnîşan kir ku li beşên çolwar ên Tûnisê çavankaniya dahatê çandinî ye û di baxçeyan de herî zêde jin dixebitin lê hem keda wan tê xwarin û hem jî rastî tundiyê tên û wiha got: “Jin bê ewle û bi heqdestek kêm dixebitin. Tiştên ku dijîn ji ber bêkarmayînê û tirsa rastî tundiyê werin naynin ziman. Ji ber vê divê zagon zelaltir û bi bandor bin. Ji bo ev hişmendî kêm bibe divê jin li cihên kar, mal an jî li kolanan tacîzkaran îfşa bikin.”