'Li Tûnisê têkoşîneke xurt û serbixwe ya jinê pêwîst e'

Tevî ku têkoşîna jinên Tûnisê ku xwedî dîrokeke kûr e, îro destkeftiyên girîng bi dest xistiye jî, parêzvanên mafên jinan ên Tûnisê bi bîr tînin ku ev têrê nake û pêwîstî bi têkoşîneke jinan a serbixwe û xurt heye.

ZIHÛR EL-MEŞRIQÎ

Tûnis-Çalakvana femînîst Recaa El-Dehmanî teqez kir ku tevgera femînîst li Tûnisê roleke girîng di warê siyasî û giştî de dilîze her wiha di hemû pêvajoyên siyasî û civakî yên ku welat tê re derbas dibû de amade bûye. Di heman demê de têkoşîn bû sedem ku jinên Tûnisê bigihîjin navendên biryarê û rêveberiya hikûmetê bikin.

Dîroka tevgera femînîst li Tûnisê di 3 qonaxên sereke re derbas bûye. Ya yekem pêvajoya çaksazkirin û şerê azadiyê ango beriya serxwebûnê di sala 1956'an de bû. Ya duyemîn pêvajoya serxwebûnê û avakirina dewleteke modern di navbera salên 1956-2010'an de bû. Ya sêyem jî pêvajoya piştî şoreşê bû. Riya azadî û azadiya jinan li Tûnisê ne hêsan bû lê belê gelek zehmetî û astengî hebûn ku tevgerê ji bo azadkirina jinan şerê wê dikir.

‘Gelek jin girêdana tevgera femînîst a bi dewletê re red dikin’

Çalakvana femînîst Recaa El-Dehmanî  wiha dest bi axaftina xwe kir: “Tevî vê yekê jî heta niha hejmarek dengên femînîst ji vê riyê ne razî ne, rexne dikin û weke çûyîna ber bi çînayetiyê ve dibînin. Hinek jinên din jî girêdana wê ya bi dewletê ve red dikin ji ber ku dibînin ew sembolek bi nasnameyê ve girêdayî ye.

Hinek jinên din dibînin ku civaka sivîl nikare bi dewletê ve girêdayî be ji ber rola wê ya çavdêriyê nahêle ew ber bi wê ve biçe. Li gorî hinekan jî nabe ku tevgerên femînîst bi dewletê ve girêdayî bin, ji ber ku ew rêxistineke berovajî sîstema kapîtalîst û desthilatdariyê ye.

‘Gelek jin tevli tevgera siyasî û sendîkayan bûn û bi hêza femînîst amade bûn’

Recaa El-Dehmanî got ku tevgereke femînîst bi konsepta femînîst a nûjen li Tûnisê tune bû lê belê tevgera jinan a berê ku bi tevgera rizgariya neteweyî û hinek jî bi tevgera sendîkayan ve hebû wiha berdewam kir: "Gelek jin tevli tevgera siyasî û sendîkayan bûn û bi hêza femînîst amade bûn."

Her wiha diyar kir ku Komeleya Tûnisê ya Jinên Demokratîk yek ji navdartirîn û yekem komeleyên tevgerên femenîst e, di sala 1989'an de li Tûnisê hatiye damezrandin. Beriya wê jî komên ji aliyê xwendekarên çepgir û çalakvanên siyasî e hebûn ku ji bo nîqaşên ji bo fikreke femînîst ku bi jinên Tûnisî re bimeşe hatibû damezrandin.

‘Jinan têkoşîna xwe berdewam kir’

Recaa El-Dehmanî destnîşan kir ku tevger di destpêka xwe de rastî gelek zehmetiyên mîna redkirinê hatiye. Her wiha da zanîn ku di wê demê de projeya wan ji bo biryara siyasî ya ku dozên jinan taloq dikin û weke dirûşm tenê dibînin rast hatiye û got: “Lê belê jinan têkoşîna xwe berdewam kir û dizanibûn ku wê daxwazên wan rojekê ji rojan pêk werin ji ber hêviya wan hebû ku wê doza jinan ne tenê dirûşmên sexte û demborî bin.”

Komeleya Jinên Tûnisê ya Lêkolînan, yekem komele bû ku li welat hatibû damezirandin. Piştre jinên demokrat weke yekem tevgera femînîst bi hêz û hevgirtî derketin. Paşê jî gelek komeleyên din derketin, hemû jî bi armanca parastina jinan û guhertina rewşa heyî dixebitîn.

Recaa El-Dehmanî teqez kir ku tevgera femînîst roleke girîng di warê siyasî û giştî de lîstiye her wiha di hemû pêvajoyên siyasî û civakî de li Tûnisê amade bûye.

‘Li Tûnisê tevî zagonan jî jin di her warî de rastî cudakarî û bêmafiyê tên’

Her wiha bal kişand ku ev şer li dijî zihniyeta mêr e. Di heman demê de got ku tevî hemû zagonan û tevgera femînîst a berxwedêr û zehmetî û astengiyan jî jinên Tûnisê heta niha rastî newekheviya di heqdestan, cudakarî û xizankirina jinan bi riya nedayîna kar ji bo wan tên, bi ser de jî jin nayên perwerdekirin.

Recaa El-Dehmanî got: "Berxwedana tevgerê jinên Tûnisê, wan gihîştandiye navendên biryarê.  Rêveberiya hikûmetê weke yekem tecrube li Bakurê Afrîqayê û herêmê, destpêkirina berxwedana li hemberî ferzkirina qanûnên paşverû bû."

Her wiha bal kişand ser rola jinan ji dema serokê berê heta roja me ya îro û wiha got: "Em nikarin rola tevgera femînîst di guhertina siyaset û zextên li ser hikûmetan de ji bo îsbatkirina mafên jinan înkar bikin."

‘Tevgerên jinan xwedî dîrokeke dirêj in’

Ji aliyê din ve lêkolîner Um El-Zên Bin Şêxa teqez kir ku berxwedana tevgerên jinan, xwedî dîrokeke  dirêj e û ji tevgerên femînîst ên Tûnisê û rêxistinên ku parastina wan dikin derbas dibin. Her wiha destnîşan kir ku pêdivî bi riya dûrbûneke felsefî berxwedêr ji bo parastina mafên wan, kûrkirina destkeftiyên wan û ji bo ku zagon bi rengekî cidî kar bikin heye.

Her wiha behsa derketina pirtûka xwe ya nû ya bi navê 'Sexeb El-Muenes' kir ku weke destpêşxeriyeke fikrî dihêle jinên Tûnisê xurt bin, ne tenê daxwaza pêkanîna zagonên ji bo parastina xwe ji tundiyê lê belê şêwazeke fikrî û felsefî dimeşînin ku tevgera femînîst vê yekê dixwaze.

Um El-Zên Bin Şêxa got ku axaftina li ser maf, destkeftî û pirsgirêkên jinan dê rastiya jinan li Tûnisê neguherîne.