Li Tûnisê rêjeya şîdeta li dijî jinên zewicî zêde dibe

Wezareta jin, malbat û kesên temenê wan mezin a Tûnisê bi raporekê eşkere kir ku bi awayê metirsîdar rêjeya şîdeta li dijî jinên zewicandî zêde dibe. Di raporê de diyar bû ku ku di sala 2020'an de rêjeya şîdeta li dijî jinên zewicî bûye ji sedî 80'ê.

 
Tûnis- Wezareta jin, malbat û kesên temenê wan mezin a Tûnisê sêyemîn rapora xwe ya salane ya li ser têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinan weşand. Di raporê de diyar bû ku zêdebûnek metirsîdar di rêjeya şîdeta li dijî jinên zewicandî de heye. Di sala 2020'an de rêjeya şîdeta li dijî jinên zewicî gihîştibû ji sedî 80'ê û ev rêje di nava kesên ku temenê wan di navbera 30 û 39 salî de ye ji sedî 36'e.
Rêjeya şîdeta bi her awayî zêde bûye
Giliyên ku ji hêla jinan ve ji wezareta jin, malbat û kesên temenê wan biçûk re hatiye kirin diyar bûye ku ji sedî 90 ji giliyên ji wan re hatine ji aliyê jinên ku rastî şîdeta devkî hatine û ji sedî 84 ji wan rastî şîdeta manewî hatine lê rêjeya jinên ku rastî şîdeta madî hatine ji sedî 74'e û her wiha ji sedî 18 rastî şîdeta zayendî hatine.
Sêyemîn rapora salane ya têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinan ku di çarçoveya nirxandina bicihanîna pêdiviyên qanûna bi hejmar 58 a sala 2017'an ku têkildarî rakirina şîdeta li ser jinan e hat weşandin.
Şîdeta bi riya medyaya civakî 
Yekîneya navendî ya ku di lêkolîna sûcên şîdeta li ser jinan de pêwendîdar e ku 41,668 bûyerên şîdetê bi şêwazên cihêreng madî, exlaqî, cinsî, aborî û siyasî di nav de 6 hezar û 842 bûyerên ku bi zarokan re têkildar in û ji sedî 43, 16 bûyer ji nav civakê ne bi giştî. Wezareta Jinan da zanîn  ku ji sedî 80'ê jinên li Tûnisê di qada dîjîtal de rastî şîdetê hatine bi taybetî li ser malperên medyaya civakî ji sedî 53 jin di qada giştî de rastî şîdetê tên.
Tevî qanûna têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinan ku di 26'ê Tîrmeha 2017'an de ji hêla parlamentoya Tûnisê ve hat pejirandin jî şîdet bi rengek tirsank zêde bûye.
Ji destpêka derketina vîrusa koronayê di Adara 2020'an ve, navenda "El-Euroderyaya" Oromtiostiya atîa" zêdetirî 7,000 bûyerên şîdeta nava malê bi hejmara tlf. ya bê pere ku ji hêla Wezareta Jin û Malbatê ve hatiye destpêkirin ragihand.