Li Tûnisê rêjeya jinên şîdetê dibînin ji sedî 75,5 e
Wezareta Jin, Malbat, Zarok û Kesên Temenê Mezin da xuyakirin ku xeta kesk a b êpere 6284 bangên ji bo gilîkirina şîdeta li ser jinan wergirtine û ji sedî 75,5 gilî belgeyên têkildarî şîdeta ku jin ji destên hevjînê xwe dibînin e.
Tûnis - Wezareta Jin, Malbat, Zarok û Kesên Temen Mezin a Tûnisê di daxuyaniyekê de ragihand ku hejmara xeta kesk a bêpere 1899 di navbera meha Çile û Cotmeha 2021'ê de 6 hezar û 284 giliyên li ser bûyerên tundiya li ser jinan bi telefonê girtine. Wezaretê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di sala 2021'ê de ji sedî 75,5 gilî li ser xeta kesk 1899 ku jin ji destên hevjînê xwe şîdetê dîtine, girtine.
Tundûtûjî bandorek neyinî li ser jin û zarokan dike
Vê rêjeya bilind a tundiya li ser jinan diyar dike ku malbatên li Tûnisê di dan û standinên malbatî de rastî pirsgirêkan tên ku rasterast bandorê li mafên bingehîn ên jinan û tenduristiya derûnî ya zarokên di nav malbatê de dike.
Wezaretê der barê rêjeya şîdetê de piştrast kiribû ku ji sedî 82 jinên ku di giliyên xwe de diyar kirine ku ew rastî şîdeta devkî, derûnî hatine û ji sedî 66 jin rastî tundiya fizîkî hatine her wiha ji sedî 39'e jî rastî şîdeta aborî hatine lê der barê şîdeta zayendî de rêje nagihîjin ji sedî 10.
Wezaretê destnîşan kir ku her çend şîdeta zayendî ku mêr li hevjînên xwe dikin rêjeya wan kêm xuya bike jî ev rêje rastiyê nîşan nade ji ber hin sedemên çandî ku di encama serdestiya çanda baviksalarî ya ku destûrê dide mêr destdirêjiya zayendî li hevjînên xwe bikin, ev dibe sedem ku jin cesaret nakin û newêrin vê cureyê şîdetê ragihînin.
Ji sedî 89 ji mexdûran tenê daxwaz kirine ku li wan guhdarî bikin
Li ser tiştê girêdayî daxwazên jinên ku rastî şîdetê hatine ji aliyê hevjînê xwe ve ku divê di pêvajoya rênîşandan û şêwirmendiyê de di qanûna bi hejmara 58'an a sala 2017'an de hatiye destnîşankirin, daxwazên wan li ber çavan bê girtin, amar diyar nîşan didin ku ji sedî 89 ji daxwazên mexdûran tenê bi guhdarîkirinê ve girêdayî ne, ev yek diyar dike ku ji ber bandorên tund ên tundûtûjiyê li ser jiyana wan û derûniya wan ji ber vê yekê pêwîstî bi şikandina bêdengiyê heye.
Her wiha ji sedî 88 ji kesên ku telefon kirine qonaxa tenê guhdarkirin derbaskirin û daxwaza rênîşandana qanûnî kirine ji bo lêgerîna çareseriyê û daxwaza şopandina tawanbarê tundûtûjiyê li gorî bendên qanûna 58'an. Her wiha ji sedî 22 ji kesên ku telefon kirin ji bo şêwirmendiya derûnî ye û ji sedî 12 ji wan ji bo srlêdana parastinê telefon dikin.
Wezaret bi riya xeta kesk 1899 bi mexdûrên şîdetê re dibe alîkar
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku xeta kesk yek ji mekanîzmayên Çavdêriya Neteweyî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan e û rêjeyên mehane û salane derdixe û salane 15'e hezar telefonan werdigire û bi bîr xist ku wezaretê çarçoveyên xwe yên herî baş ên derûnî bi kar aniye, pisporên civakî û hiqûqî ji bo ewlekirina pêşwazîkirin û rênîşandana jinên mexdûrên şîdetê ev jî bi riya xeta kesk 1899 a belaş çêbûye.