Li Tûnisê polîsekî ji ber nakokiya malbatê bi çeka xwe hevjîna xwe kuşt

Jina 26 salî ku hevjînê wê polîs e, di 9'ê Gulanê de ji ber pisgirêkek malbatî ji aliyê hevjînê xwe ve bi çend guleyan hat kuştin.

 
Tûnis- Çavkaniyên ewlehiyê dan zanîn ku polîsê kujer hatiye girtin û çeka wî jê girtine. Parêzer, femînîst û aktîvîsta siyasî Seîda Qiraş li ser bûyera ku Tûnisê da hejandin şîrove kir û got: "Navê wê Rifqa El-Şarnî ye, dayika sê zarokan e, hevjînê wê yê polîs lê îşkence dikir, wê jî berê xwe dabû cihên pêwendîdar da ku lê gilî bike û piştî ku lê gilî kiriye, hevjînê wê hatiye malê bi çeka xwe ya kar guleya bera hevjîna xwe daye. Ev yek jî nîşan dide ku dewlet di mijara şîdeta li dijî jinam de di xefletê de ye, tevî qanûna ku li dijî şîdeta li ser jinan çêbû jî jin tên kuştin û zarok bêçare dimînin."
Her wiha rêxistinên mafên mirovan li Tûnisê daxwaz kirin ku polîs çekên xwe li derveyî demên kar negrin ser xwe ji ber ku rakirina çekê di her demê de de derfeta şîdetê zêde dike. Di demeke ku sendîkayên ewlehiyê di hilgirtina çekan de li derveyî karê xwe bi parastina herî bilind ji xwe re israr dikin, pêşnûmaqanûnek ku bû sedema nîqaşan û ji hêla saziyên Tûnisê û biyanî yên di warê mafên mirovan de dixebitin hat redkirin.