Li Tûnisê nirxandinên ser pergala şopandina zarokên pêşdibistanê

Wezaretê di daxuyaniya xwe de amaje bi wê yekê kir ku sîstema agahdarkirinê ya dikeve çarçoveya cîbicîkirina siyaseta wezaretê di warê zarokên biçûk de armanc dike ku bi riya pejirandina mekanîzmayên nirxandina kalîteyê û şopandina wê, kalîteya xizmetguzariyê bilind bike.

Tûnis - Wezareta Malbat, Jin, Zarok û Kal û pîran a Tûnisê ji bo şopandin û nirxandina daneyên têkildarî zarokên pêşdibistan pergalek medyayê da destpêkirin. Wezareta Malbat, Jin, Zarok û Kal û pîran a Tûnisê di 18’ê Mijdarê de bi daxuyaniyekê ragihand ku wan bi hevkariya Sindoqa Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) pêşxistina sîstemeke agahdarkirinê ji bo şopandina daneyên girêdayî zarokatiya zû dest pê.
Wezaretê di daxuyaniya xwe de amaje bi wê yekê jî kir ku sîstema agahdarkirinê ya ku dikeve çarçoveya cîbicîkirina siyaseta wezaretê di warê zarokên biçûk de ku armanc dike ku bi riya pejirandina mekanîzmayên nirxandina kalîteyê û şopandina wê, kalîteya xizmetguzariyan bilind bike, ji bo saziyên perwerdeyê yên pêşdibistanê, raporên pedagojîk ji bo şopandin û nirxandinê û platformek elektronîk ji bo rêveberên saziyên perwerdeya, pêşdibistanê amade dike.
“Pergala agahdarkirinê ji bo berhevkirin û şopandina daneyan e”
Wezaretê diyar kir ku pergala agahdarkirinê ji bo berhevkirin, şopandin û nirxandina daneyan, ji bilî peydakirina dane û nîşaneyên nûjen, başkirina kalîteya daneyên hejmarî û kalîteyî û dîjîtalkirina beşa zarokatiyê hatiye avakirin. Wê da zanîn ku xebatên sîstema agahdarkirinê ji hemû aliyan re hatiye belavkirin û hemû saziyên giştî û taybet ên zarokatiyê tê de cih girtine. 
Wezaretê amaje bi wê yekê jî kir ku sîstema agahdarkirinê rê dide dêûbav ku ji bo dîtina lîsteyên zarokan derbasî sîstemê bibin û diyar kir ku der barê binpêkirinên ku niha bi lez û bez lêkolîn li ser tên kirin de 588 agahî hatin girtin.
Wezaretê eşkere kir ku ew di pêvajoya sazkirina malperek de ye ji bo weşandin û pevguhertina hemû weşanên di warê zarokên biçûk ku dê li ser pişta pisporên di çarçoveya rêveberên dibistanan û lêkolînerên di warê pêşdibistanê de be. Ev  malper hemî pêwîstiyên pedagojîk ên ku ji hêla saziyên perwerdeya destpêkê ve hatine pejirandin, metnên qanûnî yên cihêreng û pêlên hesteyariyê yên ji bo temenê pêşdibistanê vedihewîne.