Li Tûnisê konferansek li dijî tundiyê hat lidarxistin

Di bin dirûşma “Tundiya li ser jinan têkoşîneke hevpar e” bi amadebûna nûnerên saziyên sivîl ên Tûnis, Mexrib û Cezayîrê, ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, konferansa herêmî hat lidarxistin.

NAZIHA BOUSSIDI

Tûnis - Bi hevkariya rêxistina "Danar", Komeleya Tûnisê ya Jinên Demokrat, Komeleya Serwa Fatima Nisomer li Cezayîrê, Komeleya Veguheztina Çandî ya Cezayîrî-Mexribî, Komeleya Adala li Mexribê û Komeleya Demokrat a Jinên Mexribê, Tora Ewropî-Medîterrane bo Mafan, li Tûnisê konferansa herêmî ya li dijî tundiya li ser jinan li dar xist.

Di konferansa herêmê de beşdaran bal kişandin ser rewşa mafên jinan û tundiya li ser wan li herêmê, xebatên ku dê li dijî berdewamiya diyardeya tundiya li ser jinan bên kirin hatin destnîşankirin.

Çalakvanên ji Sûriyeyê hatin vexwendin

Rêvebera diyalogê ji bo herêma Ewropî-Medîterrane li Tora Ewropî-Medîterrane bo Mafan Lîlya Ribêî da zanîn ku bi konferansê xwestine têkiliyên di navbera rêxistinên civaka sivîl de xurt bikin û wiha pê de çû: “Armanc bi konferansê ew bû ku li her welatekî nirxandineke giştî û taybet were kirin û pêşniyarên ku ji rayedaran re bên şandin û xebat ji bo perwerdekirina civakê ji bo kêmkirina kuştina jinan bên kirin. Me bi boneya 16 rojên Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan, ji bo nîqaşkirina mafên jinan konferans li dar xist. Me hevkarên xwe yên ji Mexribê û Cezayîrê, ji Sûriyeyê û hin komeleyên ku bi vê mijarê re eleqedar in, anîn cem hev, ji bo ku em bikaribin rastiya jinan a der barê tundiya li ser jinan û rêjeya bilind a kuştinê diyar bikin. Çalakvanên ji Sûriyeyê hatin vexwendin ji ber ku welatê wan bû şahidê şerekî ku tê de bûyerên destavêtin û kuştina jinan hatin tomarkirin, ji ber vê yekê hatin vexwendin ku ezmûnên xwe parve bikin.”

Berpirsa projeya piştgiriya civaka sivîl a Cezayîrê di Tora Ewropî-Medîterrane bo Mafan de Amna Lomî got ku diyardeya tundiya li dijî jinan li Cezayîrê heye û wiha pê de çû: “Civaka sîvîl ji bo kêmkirina diyardeyê bi derxistina pêşniyarên ku dê ji hukûmetan bixwaze çarçoveya qanûnî ya ku dê jinan li Cezayîrê biguherînin dixebite. Pêşniyar bang li civaka sîvîl dikin ku ji bo pêşîlêgirtina vê diyardeyê bêtir tevbigerin.”

Gelek kêmasî di zagona malbatê de hatin tesbîtkirin

Cîgira Seroka Komeleya Demokratîk a Jinên Mexribê Atîfa Tîmcerdîn jî wiha got: “Me der barê Qanûna Malbatê û Zagona Ceza de hevrêtiya xwe pêşkêş kir û ji bo vekirina atolyeyan ji bo reformkirina Qanûna Malbatê em têdikoşin. Qanûna Malbatê gelek kêmasiyan nas kiriye. Madeyên ku bi tevahî li dijî destûra bingehîn û erkên navneteweyî yên Mexribê ne hene. Tevî hebûna Zagona li Dijî Tundiyê li welat, di warê sponsorî û parastinê de gelek valahiyên wê hene. Wekî din der barê şîdeta psîkolojîk de ne diyar e. Zêdetirî deh sal in, daxwazên têkildarî qanûna tawanan hene ku bersivê nadin rastiyê û di vî warî de têbîniyek me heye.”