Li Tûnisê jinên pêşeng ji ber nêrînên xwe tên girtin

Li Tûnisê gelek çalakvanên mafê mirovan, siyasetmedar û hiqûqnasên jin ji ber hikumet rexne kirine hatine girtin. Çalakvanên civaka sivîl ji bo berdana wan gelek çalakî û kampanya lidardixin.

NEZÎHA BOSEÎDÎ

Tûnis- Hêzên ewlehiyê yên Tûnisê li dijî siyasetmedar, çalakvan, hiqûqnas û parêzerên Tûnisê dest bi pêngaveke girtinê kirin. Bi taybet di dema beriya hilbijartinên Tûnisê de ev yek pêk hat. Parêzer û siyasetmedar Ebîr Mûsa, rojnamevan û parêzer Suniye El Dehmanî, seroka komeleya "Tûnis erdê koçberiyê ye" Şerîfe El Riyahî, çalakvan Sediye Misbah, rojnamevan Şeza El Hac Mubarek, çalakvana siyasî Siwar El Berqawî hatine girtin û li gor agahiyên civaka sîvîl bi gelek binpêkirinan rû bi rû dimînin. Li hemberî van girtinan çalakvanên li Tûnisê berdekên xwe nîşan didin. Çalakvanên Tûnisî teqez kirin ku hêzên Tûnisê azadiya nerînê li welat asteng dike. Heta niha gelek çalakvanên hatine girtin tenê ji ber nerîna xwe parve kirine yan jî rexne li hukumetê kirine hatine girtin.

Seroka berê ya komeleya jinên demokrat Naîle El Zexlamî got der barê girtina çalakvan û siyasetmedaran wiha got: "Mixabin hîn gelek jin hene di girtîgehan de ne. Ji ber ku rojnamevan in, ji ber nerîn û fikrên xwe her wiha çalakiyên xwe yên siyasî û sivîl dikin tên girtin. Ev mijara li Tûnisê dibe û tengkirina heyî ne mumkîn e jinan teşwîqî hebûna di atmosfera giştî de bikin. Çalakvana siyasî Siwar El Berqawî 27 salan di girtîgehê de ma, tenê ji ber ku tevlî projeyeke li dijî projeya serokê Tûnisê de bibû hatibû gitin.

 Ev hukum li ser jinên Tûnisê gelekî giran e ji ber wê komeleya Tûnisê ya jinên demokratîk ji bo parastinê bikin nabe di hundirê bûyerê de. Hin malbat hene bi komeleyê re ketin nav peywendiyan û alîkarî xwestin ji ber wê me name ji raportorên Neteweyên Yekbûyî re şand û me serdana girtîgehan kir her wiha me daxuyaniyên piştgiriyê dan."

‘Belgeyên binpêkirinê bên parvekirin’

Çalakvana Civaka Sivîl Cenîn El Telîlî got ku komeleya boykotkirina ji bo maf û azadiyan dest bi pêngavekê li ser torên medyaya civakî di bin serenavê "Berdana girtiyên nerîn û derbirînê" siyasetmedar, parêzvan, rojnamevan û mafnasan jî tevli vê kampanyayê bûn.

Cenîn El Telîlî diyar kir ku binpêkirinên li dijî van jinan di girtîgehan de hatine kirin di raporekê de hatine belgekirin ji ber ew bi xwe lêkolîner û endama komeleyê ye û destnîşan kir ku rapor dê ji bo raya giştî di dema pîrozbahiya destpêkirina pêngava 16 rojan ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan were parvekirin.

Di heman demê de got ku rapor der barê rewşa tenduristî ya xirab di hundirê girtîgehan de ye ji ber piraniya girtiyan rewşa wan a tenduristî xirab bû û baldariya tenduristî pêwîst negihîşt wan. Weke mînak Şeza El Hac Mubarek dermankirina pêwîst ji nexweşiya xwe re wernegirt ji ber wê bandor li dîtina wê ya çavan kir û rewşa wê ya derûnî xirab bû.

‘Gelek jinên girtî ên nexweş hene nayên dermankirin’

Çalakvana fêmînîst Celîla El Zenaydî jî got: "Zagona hejmar 54 ji bo derbkirina azadiya derbirînê û girtina hatiye derxistin. Ev yek di dewleteke ku şoreşa rûmet û azadiya derbirînê lê çêbûye ne mumkîn e û şerm e. Em bi paş de vegeriyan û jin nikare biaxive û ne jî rexneyên avaker bike. Pirê wan ketin girtîgehan û zarokên xwe li pey xwe hiştin. Suniye El Dehmanî hatiye girtin û her car li dosya wê dozeke nû zêde dibe. Hin girtiyên jin hene nexweşiyên metirsîdar bi wan re hene û rewşa wan giran e lê dermankirin tune ye."