Li Tûnisê jinan li ser avakirina torekê hevpar a têkoşînê nîqaş kirin

Komeke ji rêxistinên mafên mirovan û komeleyên jinan toreke ku erka wê parastina azadî û mafên sivîl û siyasî yên Tûnisî ye, dixwazin Tora Tûnisê avabikin.

ZOUHOUR MECHERGUI 

Tûnis – Komek ji rêxistin û partiyên Tûnisî ji ber binpêkirina mafên siyasî, sivîl, aborî û civakî ji bo parastina maf û azadiyan dixwazin Tora Tûnisê ava bikin.

Rêxistin û partiyên siyasî yên Tûnisê roja 4’ê Îlonê li paytext Tûnisê di civîneke çapemeniyê de destnîşan kirin ku bi têkbirina biryarnameyên bihejmara 115 û 116’an azadiya ramanê binpê dikin û ji bo tirsandinê gel serî li biryarnameya hejmara 54’an û yasaya ceza didin. Her wiha hate diyar kirin ku rojnameger, muxalif û welatî bi girtina keyfî û darizandinên edlî ve rastî binpêkirina mafan hatine.  Di sempozyûmê de behsa gotara siyasî ya tund û tûj a ku bi tometa dûrxistin û nijadperestiyê tê binavkirin hat kirin û hemû opozîsyon bi navên herî xirab hatin şîrovekirin.

Li gorî vê yekê, Avakirina Tora Tûnisî ya Parastina Maf û Azadiyan ragihand ku pêwîstî toreke hemwelatî, civakî û siyasî ye û armanca wê parastina nirxên demokrasiyê û mafên medenî û siyasî û mafên aborî û civakî ye. Gelê Tûnisê, armanc dike ku bi rêya parastina qanûnê û pergaleke siyasî ya piralî ya demokratîk hevsengiya desthilatdariyê, bi hevgirtina Dadgeha Destûra Bingehîn misogerkirina azadiya çapemeniyê, serxwebûna desthilatdariyê, dadwerî û dezgehên serbixwe û lêkolîna kovara hilbijartinê bidestbixe.

‘Jinên demokrat wê ti carî dudilî nebin’

Seroka Komeleya Jinên Demokratîk a Tûnisê Nayla El-Zoxlamî, di sempozyûmê de diyar kir ku “Rêxistin nikarin li şûna partiyên siyasî yên ku divê rola xwe di vê qonaxa hestiyar a dîroka Tûnisê de bilîzin de cih bigirin" û bal kişand li ser rewşa hilbijartinê. Nayla El-Zoxlamî, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Civaka sivîl neçar kir ku ji bo parastina maf û azadiyan û serxwebûna namzediyê û hilbijartinan bi heman eniyê re bibin yek, ji ber ku êdî pêbaweriya Dezgeha Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan nemaye.”

Nayla El-Zoxlamî, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Jinên demokrat wê ti carî ji parastina azadî û destkeftiyên ku di encama têkoşîna mafên mirovan, sivîl, femînîst û sendîkayan de bidestxistinê dudilî nebin.”

‘Em ê bi têkoşîna xwe mafên xwe bidestbixin’

Şêwirmenda Yasayî ya Rêxistina ‘I WATC’ Zeyneb Ben Hesen jî, diyar kir ku "Avakirina torê gelekî girîng e. Ji ber ku binpêkirina maf û azadiyan pir zêdeye. Binpêkirinên di warê azadiya derbirînê de û ne bicîhanîna sozên ji bo parastina azadiyan û misogerkirina rewşekî baştir a ji bo bidestxistina mafan û binpêkirina azadiya beşdariya hilbijartinan bijî hiqûqêye. Em ê ji bo vegerandina wê û rawestandina binpêkirinên mezin ên desthilatdariyê bi têkoşîna xwe pêkbînin.”