Li Tûnisê ji sedî 78 jin ji aliyê hevjînê xwe ve rastî şidetê tên

Wezîra Jin, Malbat, Zarok û Kesên Temen Mezin a Tûnisê Amal Mûsa li ser mijara tundutujiya li ser jinên Tûnisê axivî û da zanîn ku divê xebatên ji bo hişyarkirina civakê û pêşîlêgirtina tundutujiyê bên kirin.

Tûnis - Wezîra Jin, Malbat, Zarok û Kesên Temen Mezin a Tûnisê Amal Mûsa balkişand ser tundûtûjiya li dijî jinan û da zanîn ku wezaretê zêdetirî 15'e hezar telefonên banga gilî ji bo tundûtûjiya li ser jinan li ser xeta kesk a bê pere (1899) tomar kirine. Amal Mûsa da zanîn ku zarok ji sedî 12 di bin bandora şidetê de ne. Ev yek dide xuyakirin ku hejmara tomarên tundiyê li gorî salên bûrî 7 qat zêde bûye.
Li Tûnisê xebata ji bo rawestandina tundûtûjiyê
Amal Mûsa tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîste kar li ser pêşîlêgirtina tundûtûjiyê li Tûnisê were kirin. Amal Mûsa bilêv kir ku divê bi rêya belavkirina hişyaryariyê xebat bê meşandin û lêkolînek li ser lêçûna aborî ya ji bo vê xebatê jî bê kirin û derfet ji bo vê xebatê di her aliyî de bê dayîn. 
Her wiha Amal Mûsa di komcivînek rewşenbîrî ya neteweyî ya bi sernavê "Ber bi nêzîkbûneke rexneyî ji bo çawaniya rûbirûbûna diyardeya tundiya li serjinan" nirxandin li ser çareseriya tundiya li ser jinan kir.