Li Tûnisê ji bo cotkarên jin rêbernameyek hat amadekirin
Li Tûnisê gelek jin di warê çandiniyê de dixebitin û ji bo jinên kedkar ên rastî her cure cudakarî û tundiyê tên mafên xwe bi dest bixin, bikaribin hilberînin, keda wan were dîtin û pejirandin rêbernameyek hat amadekirin.
NEZÎHA BOSEÎDÎ
Tûnis – Li Tûnisê ku di nava welatên Ereb û misilman de di aliyê mafên jinan de pêşeng tê dîtin, roj bi roj ber bi paş de diçe. Bi krîza aborî ya li welat re jin herî zêde di çandiniyê de dixebitin. Di vê dema ku li welat behsa zêdebûna jinan a di çandiniyê tê kirin, de gelek binpêkirinên mafên mirovan hene. Jin mûçeyê ku heq dikin nagirin, neçar dimînin bê ewlekarî bixebitin.
Di van salên dawî de li welat bi dehan qezayên ku di encama wan de karkerên jin ên çandiniyê jiyana xwe ji dest dan, rû dan. Piştî van cînayetên kar hatin protestokirin. Jinan û parêzvanên mafên mirovan ji bo başkirina rewşa karkerên jin û dîtina çareseriyan rêbernameyek amade kirin. Ev rêbername nexşeyek rê pêşkêşî jinan dike, weke destpêkek girîng tê dîtin.
‘Rêbername armanc dike hişyariyê zêde bike’
Heyat El Etar ku ji cotkarên jin re rêbertiyê dike wiha got: “Ji ber ku ev beşa civakê gelekî lawaz e û binpêkirin li dijî wê hene me ev rêbername amade kir. Ev rêbername bi armanca şiyariya di aliyê mafên aborî û civakî yên cotkarên jin hat amadekirin. Her wiha di vê belgeyê de der barê beşdariya karkirina jinan di çandiniyê de dane û serjimariyên fermî yên heyî û lêkolînên hatine kirin hene.”
‘Ev rêbername dikeve çarçoveya dînamîka kar’
Heyat El Etar da zanîn ku rêbername dikeve çarçoveya dînamîka kar û pênaseya mafên karkirina jinên cotkar û wiha domand: “Ev rêbername du beşan digre nava xwe. Me beşa destpêkê ji bo pêşkêşkirina nêrînek der barê rewşa karkirina jinên cotkar, dane û serjimariyên lawaziyan de veqetandiye. Beşa duyem jî der barê girîngiya lihevkirin û peymanên navneteweyî ye ku Tûnisê îmze kiriye. Bi armanca parastina mafên jinên dixebitin mîna heqdest, betlaneyên salê, çûnhatina bi ewle, tenduristî û saxlemiya kar lihevkirin û zagon hemû hatin komkirin.”
‘Binpêkirina mafên cotkarên jin zêde bûye’
Heyat El Etar daneyên binpêkirinên mafên cotkarên jin ên li Tûnisê wiha rêz kir: “Ji sedî 92 karkerên jin xwedî temînata civakî nîn in, ji sedî 80 bi tankan diçin kar û tên, ji sedî 41 di dema qezayan de birîndar dibin, ji sedî 17 kurtaj dibin, ji sedî 78 rastî hemû cureyên tundiyê tên û di nava van de tundiya zayendî jî heye.”
Heyat El Etar di dawiya axaftina xwe de jî bal kişand ser lawazbûna kar di bazara çandiniyê de û kêmasiyên hikûmetê yên di vî warî de.