‘Li Tûnisê divê zagona li dijî tundiyê were pêkanîn’

Seroka Komeleya Fanara Yousra Bouafia, bal kişand ku li Tûnisê tundiya li dijî jinê û qetliam her ku diçe zêde dibe, xwest ku zagonên li dijî tundiyê derdikeve were pêkanîn.

ZOUHOUR MECHERGUÎ

Tûnis – Seroka Komeleya Fanara ya Tûnisê Yousra Bouafîa diyar kir ku jinên ku di her qadên jiyanê de rastî cudakariyê tên, ji ber cudakariya di darazê de di gihandina edaletê de jî bi pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Yousra Bouafîa bal kişand ser rapora ku ji aliyê Çavdêriya Parastina Mafê Cudahiyê ya sala 2023'an ve hatiye weşandin, diyar kir ku di raporê de bêbaweriya berfireh a li hemberî pergala darazê hatiye dîtin. Yusra Bouafia got, "Rapor diyar dike ku cudakariya li ser bingeha zayendî berbelav bûye û 92 rewşên vê yekê nîşan dide."

Yusra Bouafia anî ziman di rapora mijara gotinê de rêjeya cihêkariya li ser zayendparêziyê ji sedî 16 zêde bûye û destnîşan kir ku ev rêje di meha Hezîranê de gihiştiye sedî 23, di meha Cotmehê de jî gihiştiye sedî 27’an.  

 ‘Di salekê de 72 jin hatin qetilkirin’

Yousra Bouafia da zanîn ku jin û mirovên xwedî pêwîstiyên taybet bi awayek fizîkî û gotinî rastî tundî û cihêkariyê tên û got: “Divê rewşê de bandorek derûnî li ser wan dike. Wezareta jinan eşkere kir ku tundiya li dijî jinê dû qat zêde bûye û di salekê de 72 jin hatine qetilkirin. Piraniya bûyerên tundî û qetliam li bakur rojavayê Tûnisê, di navendên karên weke çandiniyên ên bê ewle de hatiye jiyîn. Divê li van herêm û qadan rewşa jinan were lêkolînkirin.”

‘Di pêkanîna zagonan de lewazî heye’  

Yousra Bouafia bal kişand ser rapora Adara 2023’an a Mala Çavdêriyê û got: “ Li gor rapora girêdayî zayendî, rêjeya cihêkariyê ji sedan 16 zêde bûye, ev rêje di meha Hezîranê de ji sedî 23’ê, di meha Cotmehê de giha ji sedî 27’an.” Yousra Bouafia derbarê cihêkariya ku jin rastî tên wiha got: “Civak hê di mijara mafê jinan de ne xwedî zanyariye. Di heman demê de cihêkariya li beramberî jinan red dike. Civak kêmaniyek ya hîşmendiyê jiyan dike. Di pêkanîna zagonan de lewazî heye. Li Tûnisê zagonek me a li dijî tundiyê di sala 2017’an de hatî derxistin heye. Derbarê cihêkariya nîjadî de di sala 2018’an de qanûna hejmar 50 derket. Zagonên di asta ku cihêkarî û tundiyê ji holê rake heye. Derbarê jin û kêmnetewan de ji bo dawî li van pêkanînên zextê were anîn divê em çanda hesabdayînê bi hêz bikin.”

‘Tenê sê nevend hene’ 

Yousra Bouafia destnîşan kir ku divê di pêkanîna zagonan de hikumet erka ku dikeve ser milê pêkbîne û wiha dom kir: “Bi zagona têkoşîna li dijî tundiyê, ji bo hemû navendên ewlehiyê bûdçe pêşkêş kirine û ekîpmanên pispor hatine tayînkirin. Lê belê ev ekîpmanên ku hebûna wan metirsîdar a li Walitiya Bajçr û bakurê Rojava a welat a lewaz e. Tenê sê nevend hene, yek ji van di nava bajar de ye, bi deh kîlometreyan ji jinan dûr e. Ji bo qanûn weke metnek mirî nemîne, divê bi awayek rast were pêkanîn. Divê ji bo vê polîtakayan ava bikin.”

‘Ji 2017’an heta niha 7 qat tundî zêde bûye’ 

Yousra Bouafia da zanîn ku ji bo jinên ku rastî tundiyê tên navendên stargeh were dabînkirin û got: “Di 24 navendan de tenê 12 malên stargeh hene ev jî hejmarek şerm e. Ji van malên strageh tenê 8 jê jinan qebûl dikin. Bi pêkanîna qanûna hejmar 58 wê bikare rêjeya tundiyê kêm bike. Bi taybet li gel belavbûna Corona heta roja me ya îro rêjeya tundiya li dijî jinê ji 2017’an heta niha 7 qat zêde bûye. Ji derveyî vê jî derket holê ku ji sedî 70 jinên ku hatine qetilkirin gilî kirine.” Yousra Bouafia bal kişand ser kêmaniya hişyariyê di nava jinan de û amaje bi giringiya xebatên jinan ê derbarê zagona hejmar 58 de kir û got: “Dema ku zagona hejmar 58 derket, antî propagandaya ku wê di civakê de jin bi hêz bibin û wê întiqamê ji mêran bigrin hate kirin. Pêkanîna edaletê jibo jinan pêwîstî bi piştgiriya hikumetê a raste rast heye. Hikumet di qonaxa yekem de, divê ji wekheviya di nava edalet û jinan de bawer bike. Divê erkê de divê bi civaka sivîl a ku rola bihêzbûnê bilîze hevkar be.”