Li Tunisê di nîvê salê de ji sedî 31,6 jin rastî şidetê hatine
Koordînatora Foruma Tunisê ya Ji bo Mafê Civakî û Aborî (Tunisian Forum for Economic and Social Rights -FTDES) rêjeya şideta jin dijîn diyar kir. Li gorî ev çend mehên despêka salê ji desi 31,6 û tenê di meha hezîranê de jî 48 jin rastî şidetê hatine.
Tunis – Li tevahiya cîhanê şideta ser jinan tê meşandin her diçe zêde dibe. Koordînatora Foruma Tunisê ya Ji bo Mafê Civakî û Aborî (Tunisian Forum for Economic and Social Rights -FTDES) Najla Arafa girêdayî mijarê daxuyanî da. Nejla li gorî rêjeya Çavdêriya Civakiya Tunisê diyar kirî nirxandin kir û got: “Em di welatek ê welatiyan teşwîqî şidetê dikin de dijîn.”
Nejla bilêv kir ku li Tunisê her dem mexdurên despêkê yên şidetê jinin, di çend mehên despêka sala 2021’an de ji sedî 31,6 jin rastî şidetê hatine û tenê di meha hezîranê de 48,4 jinan şidet dîtine.