Li Tûnisê destdirêjiya 11 kesan a li keçeke 15 salî bû sedema bertekên mezin

Li Tûnisê keçeke 15 salî rastî destdirêjiya 11 kesan hat û piştre li kolanê hat terkkirin. Di demeke ku zarok di rewşeke krîtîk de ye, rêxistinên jinan daxwaza edaletê dikin û bertekan nîşanî kêmasiyên dewletê didin.

Tûnis – Tûnis ji ber sûcekî tirsnak di nava matmayînek mezin de ye. Li gorî raporan, keçek 15 salî ya bi navê Yeqîn di nav du rojan de rastî destdirêjiya 11 kesan hat. Piştre keçik avetin kolanê. Niha keçik di bin çavdêriya giran de û di rewşeke krîtîk de ye. Rêxistinên jinan, nivîskar û çalakvan daxwaza edaletê dikin û bertekên tund nîşanî kêmasiyên saziyên dewletê û çanda sûcdarkirina qurbaniyan didin.

Bersiva dereng a polîsan û astengkirina rizgarkirinê

Dayîka keçikê ji çapemeniyê re got ku dema keça wê dereng vegeriya malê, wê hewl da ku telefonî wê bike, lê keça wê bi dengekî tijî tirs û panîk bersiv da. Piştre dayîk çû qereqola polîsan da ku alîkariyê bixwaze, lê serlêdana wê bi hinceta ku ji hêla yasayî ve divê 48 demjimêr derbas bibin berî ku destwerdan di rewşên windabûnê de dest pê bike, hate redkirin.

Ji ber ku tu agahî ji zarok nedihat girtin, dayîkê dîsa bi navenda ewlehiyê re têkilî danî. Piştî vê yekê, rêveberên navendê, digel hin efseran çûn cihê bûyerê. Lê belê, hêzên ewlehiyê rastî êrîşa tund a komek êrîşkaran hatin û rê li ber rizgarkirina zarokê hat girtin.

Amna Rmîlî: Rûyê welêt bi qasî kabûsekê nexweş e

Nivîskar Amna Rmîlî, di posteke medyaya dijîtal de got: “Tawanbariya îşev hişt ku bêexlaqî, hilweşîn û gendeliya exlaqî û nirxan a vê civakê hîn bêtir giran bike. Ji bo komek mêrên nexweş, êrîşa bi hev re li ser laşê keçek ciwan ku ti rêyek wan tunebû ku li hember wan li ber xwe bidin, tê çi wateyê? Ev hemû gendelî, xerabî û hovîtî ji ku tê? Ew çawa mezin bûn? Ew çi fêr bûn? Di çi hawîrdorê de mezin bûn? Têkiliyên wan bi dayîk, bav û xwişkên xwe re çi ne? Ma desthilatdariyek wan heye ku jê ditirsin, sembolek ku ew rêzê lê digirin, an Xwedayek ku di hişê wan de ditirsin? Li vî welatî, ku valahiyek çandî, windabûna nirxan û rejîmek heye ku di dil û mejiyên tijî dûmana dermanan de li xerabiya herî mezin digere, bi hezaran pirs hene, lê bersiv tune. Îşev em dikevin xewê û rûyê welêt bi qasî kabûsekê nexweş e.”

‘Ji bo Yeqîn edalet ’

Eniya Wekhevî û Mafên Jinan daxuyaniyek bi sernavê “Ji bo Yeqîn edalet ... Ji rewakirina destdirêjî û sûcdarkirina jinan re” da. Eniyê diyar kir ku ew agahiyên têkildarî destdirêjiya çeteyan a li ser keça Yeqîn û raporên rewşa wê ya tenduristiyê ya krîtîk dişopînin û got, “Em hevgirtina xwe ya tevahî bi wê û malbata wê re diyar dikin û daxwaz dikin ku ew hemû dermankirin, parastin û piştgiriya pêwîst bistîne û nepenî û rûmeta wê were parastin.”

Daxuyaniyê êrîşa li dijî Yeqîn wekî kiryareke giran a destdirêjiyê bi nav kir û pirsîna keçikê li ser tevgerên wê û sûcdarkirina diya wê ji ber sûcekî ku ji aliyê kesên din ve hatiye kirin, bi tundî şermezar kir. Ew fikra ku qurbanî û malbata wê divê di rewşek sûcdarkirinê de werin danîn da ku kêmasiyên dewletê di parastin û hesabpirsînê de veşêrin, red kir.

Eniyê her wiha zêdebûna gotinên nefretê yên ku tundiyê li dijî jinan bi sînordarkirina azadiya wan rewa dike şermezar kir. Eniyê tekez kir ku cil, demjimêra rojê, an cihê qurbaniyek bi tu awayî nikare êrîşek rewa bike û got, “Çanda sûcdarkirina qurbaniyê ne tenê ramanek e, her wiha tevgerek sîstematîk e ku jinan ji ragihandinê ditirsîne û bingehek civakî ji bo ku sûcdar bê ceza bimînin peyda dike.”

Daxwazên Eniya Wekhevî û Mafên Jinan

Eniyê ev daxwaz kirin: “Dermankirin, lênêrîna psîkolojîk û piştgiriya yasayî ya Yeqîn bila bê peydakirin. Bila Yeqîn ji şermezarkirina giştî, eşkerekirina nasnameya wê, an parvekirina hûrguliyên ku dikarin zirarê bidin rûmeta wê, bê parastin. Bila lêpirsînek cidî û bilez were kirin. Bila herkesê ku ji êrîşê berpirsyar tê dîtin, li gorî yasayan bê lêkolînkirin û cezakirin, da ku pêşî li bêcezatiyê were girtin.

Di daxuyaniyê de her wiha ji saziyên dewletê hat xwestin ku berpirsiyariya xwe ya parastina zarokên mexdûrên destdirêjiyê bicîh bînin, kêmasiyên di mekanîzmayên pêşîlêgirtin, ragihandin û piştgiriyê yên ji bo mexdûran de binirxînin, dawî li gotinên ku mexdûr û dayîkan sûcdar dikin bînin, ji bo kesên ku vê bûyerê ji bo belavkirina gotinên nefretê an binpêkirina nepeniya zarok bikar tînin hesabpirsînê mîsoger bikin û ji rêxistinên medyayê hat xwestin ku raporên xwe bi berpirsyarî birêve bibin, berjewendî û ewlehiya zarok li şûna sansasyonelîzmê an nûçeyên bilez bidin pêş.

Eniya Wekhevî û Mafên Jinan daxuyaniya xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Yeqîn zarokek e ku mafê wê yê ewlehî, rehabîlîtasyon û edaletê heye, divê neçar nebe ku xwe li hember civakê biparêze. Divê diya wê jî neçar nebe ku barê sûcekî ku ji hêla kesekî din ve hatiye kirin hilgire. Berpirsyariya tundiyê li ser milê sûcdaran e, lê berpirsyariya parastinê li ser milê dewlet û saziyên wê ye. Em ê qebûl nekin ku hêrs bi dawî bibe dema ku nûçe ji rojevê winda dibe, di heman demê de çanda rewakirina tundiyê û bêdengkirina qurbaniyên wê berdewam dike.”

Zengila alarmê ya destdirêjiyê

Komeleya Dengên Jinan jî nerazîbûna xwe nîşan da û sûcê tirsnak ê li dijî keçeke ciwan a bi navê Yeqîn li navçeya El-Mellasîn a Tunisê bi tundî şermezar kir. Komeleyê diyar kir ku zarok rastî destdirêjiya çeteyan hatiye û niha di beşa lênêrîna giran de di rewşek krîtîk de ye.

Di daxuyaniyekê de, komeleyê hevgirtina xwe ya sedîsed û bê şert û merc a bi zarok û malbata wê re ragihand. Wê tekez kir ku ev trajediyek ne bûyerek tenê ye, lê zengilek alarmê ya rastîn e ku nîşan dide zêdebûna belavbûna destdirêjiyê li dijî jin û zarokan û kêmasiyên cidî di mekanîzmayên neteweyî yên ji bo pêşîlêgirtin, parastin û piştgiriya qurbaniyan de destnîşan dike.

Komeleya Dengên Jinan bal kişand ser xetereyên bêdengmayînê li hember sûcên destdirêjiyê û dîtina van bûyeran wekî bûyerên takekesî. Komeleyê diyar kir ku ev nêzîkatî çanda bêcezatiyê xurt dike û çerxa şîdetê di civakê de ji nû ve diafirîne û daxwaza nirxandina mekanîzmayên parastinê û pêkanîna bi bandor a yasayên astengkirinê kir da ku ewlehiya laşî û psîkolojîk a jin û zarokan bê mîsogerkirin.