Li Tûnisê cezayê girtîgehê dan parêzera ku hikumetê rexne kir

Ji ber polîtîkayên hikûmeta Kays Seîd bi taybetî li hember koçberên neqanûnî rexnekir 2 sal cezayê girtîgehê li xebatkara medyayê û parêzera Tûnisî Senya Dahmanî hat birîn.

Navenda Nûçeyan – Dadgeha Tûnisê xebatkara medyayê û parêzera Tûnisî Senya Dahmanî ji ber polîtîkayên hikûmeta Qeys Seîd bi taybetî li hember koçberên neqanûnî rexnekiribû bi 2 sal cezayê girtîgehê mehkûm kir.

Senya Dahmanî di çarçoveya biryarnameya hejmara 54’an ku di sala 2022’an de ji aliyê Serokê Tûnisê Kaîs Seîd ve hatibû dayîn, ji ber rexneyên wê yên li hemberî hikûmetê bi 2 sal cezayê girtîgehê hat mehkûmkirin.

Senya Dahmanî di 11'ê Gulana 2023'an de dema li 'Mala Parêzeran' a li paytexta Tûnisê bû ji aliyê polîsên bi maske ve hatibû binçavkirin û piştre bi hincetên cuda hatibû darizandin. Senya Dahmanî bi taybet di mijarê nûçeyên koçbrên neqanûnî de bi sucê ‘nûçeyên derew belavkirin’ hat sucdarkirin. Ev rewş zexta li ser demokrasî û azadiya derbirînê anîbû rojevê.

5 dozên cuda hat vekirin

Her wiha tê diyarkirin ku ji ber Senya Dahmanî, Kays Saîd rexne kiribû 5 dozên cuda lê hatiye vekirin. Di meha Tirmehê de ji dozekî cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, di meha Îlonê de jî di encama îtîrazan de ceza daketibû 8 mehan.

Biryarnameya bi hejmara 54'an a ku di sala 2022'an de ket meriyetê û ji aliyê Kays Saîd ve ji bo têkoşîna li dijî "agahiyên derewîn" hat dayîn, li tevahiya welat bû sedema bertekên mezin û bi vê biryarnameyê re gelek rojnameger, parêzer û mûxalîf di çarçoveya qanûnên ku azadiya çapemeniyê sînordar dike de tên darizandin. Yekîtiya Sendîkaya Rojnamevanan a Tûnisê diyar dike ku ev metirsiyek cidî ye li ser azadiya derbirînê.