Li Tirkiyeyê zarok li pêşeroja xwe digerin

Di 20’ê Mijdarê Roja Mafê Zarokan a Cîhanî de li Tirkiyeyê zarok ji ber polîtîkayên desthilatdariya AKP’ê ji perwerdehiyê heyanî karkeriyê ji hiqûqê heyanî gelek mijarên din bi krîzên piralî re rû bi rû tên.

SARYA DENÎZ

Navenda Nûçeyan – Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (NY) di 20’ê Mijdara 1989’an de hat qebûlkirin. Ji ber vê yejê 20’ê Mijdarê her sal weke Roja Cîhanî ya Mafê Zarokan tê bibîr anîn. 193 welatan peymanê îmze kirin. Li tevahî cîhanê bi milyonan zarok hene ku ji ber şer, pevçûn û gelek sedemên din ji cih û warên xwe bûne û zirarê dîtine. Di nevendên bi krîz de mîna ku di êrişa Îsraîlê ya bi ser Filistinê de jî pir bi zelalî tê dîtin bedelê herî giran zarok didin.

Li Tirkiyeyê yê ku herî kûr birînên krîzên piralî dijîn zarok in. AKP di tevahiya desthilatdariya xwe ya 21 salan de zarokan ji nedîtî ve hat û pêşeroja wan jî ji destê wan hat girtin. AKP yê ku hewl da ‘ji xwe re nifşekê nû biafirîne’ li van hemu qadan de hewl da sererastkirinan çêbike. Di Roja Mafê Zarokan a Cîhanî de di wêneyê derbarê zarokan a li Tirkiyeyê de tenê binpêkirinên mafan dixuye. 

Polîtîkayên olperestiyê li ser perwerdê

Bi armanca avakirina nifşekî olperest û hêrs di qada perwerdehiyê de gelek sererastkirina çêkirin. Di sererastkirinên ku bi diyanetê re hat çêkirin de qada perwerdeyê ji zanistê hat dûrxistin. Serokatiya Karên Diyanetê herî dawî bi projeya xwe ya “Ez ji derdora xwe re baldar im, xwedî li nirxên xwe derdikevim” ku bi Wezareta Werzîş û Ciwanan re îmze kiribû, ket rojevê. Bi vê sazkirinê re li Tirkiyeyê deriyê endezyariya civakê ya nû jî hat vekirin. Li ser seatên dersê olê carek din danîna dersê hilbijarde ya olê, li şûna mamosteyên rehber ên li dibistanan sazkirina erkdarên olî weke çend pengavên pêşxistina vê endezyariya civakî hat şîrovekirin.

Perwerdehiya bi zimanê dayikê

Ji destpêka avakirina komara Tirkiyeyê û vir ve ji bo gelê Kurd saziyên perwerdehiyê bûne kelehey asîmîlasyonê. Ji bo li ser zarokan empozekirina vegotin û birdoziya ‘yek welat, yek milet, yek al’ bi mufredat û saziyên perwerdehiyê li ser zarokan zextekî ku mînaka wê nayê dîtin hat avakirin. Ji dibistana dayikê heyanî dibistana amadeyî zarokên Kurd ên ku bi polîtîkayên bê nasnamekirinê re rû bi rû ne ‘ji aliyê mamosteyên dewletê ve’ neçar tên hiştin ku bi zimanê ku ‘wan neçarî fêrbûnê kirin’ perwerdeyê bibînin. Zarokên Kurd ên Tirkî rast neaxivîn hatin cihêkirin û tundiyê dîtin.

Zarokên Kurd tê qetilkirin

Binpêkirinên cidî yên mafên mirovan di bin gelek sernavan de berdewam dikin, wek zarokên ku bi darê zorê dixebitin, êrişa zayendî, zewacên bi darê zorê di temenê biçûk de û binpêkirina mafan ji aliyê zarokên ku dê û bavên wan di girtîgehê de ne. Welat weke cihekî ku jiyana zarokên Kurd û bi taybetî jî keçên Kurd di bin xetereyê de ye tê bibîranîn. Her wiha Tirkiye ji sînorên xwe dertê û li ber çavên hemû cîhanê di bin navê “operasyonên derveyî sînor” de qetilkirina zarokan didomîne.

Komkujiya bi unîforma

Li bajarên herêmê di 15 salan de di encama lêdana maşînên zirxî de 44 zarokan jiyana xwe ji dest dan. Ji ber şer bi hezaran zarok zerar dîtin û ji xwendinê dûr ketin an jî neçar man dibistanên xwe biterikînin. Ji bilî maşînên zirxî, bi hezaran kes ji ber pevçûn, mayin û bermahiyên şer neçar man jiyana xwe bi birîndarî bidomînin. Di dema ku rejîma AKP-MHP’ê zarok bêparastin hiştin, kiryar bi dehan caran hatin cezakirin. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TIHV) di dema qedexeya derketina derve de herî kêm 80 zarokan jiyana xwe ji dest dane.

Dîsa daneyên ÎHD'ê nîşan da ku di nava 10 salên dawî de li Herêma Rojhilat û Anatoliya Navîn 228 zarokan jiyana xwe ji dest dane û ji wan 64 zarok ji aliyê polîs û leşkeran ve hatine qetilkirin. Di navbera salên 2004 û 2015'an de herî kêm 241 zarok ji aliyê polîs û leşkeran ve hatine kuştin.

Di 19 salan de 755 hezar û 375 zarok, zarok anîn

Zarokên keç her dem bû aliyê ku tê dehfdan. Zarokên keç ên ku perwerdehiya wan weke 'lêçûneke zêde' dihat dîtin, di demeke kurt de hatin zewicandin. Li Tirkiyeyê di 19 salên dawî de, ango di salên AKP'ê de hejmara zarokên keç ên zarok anîne bûye milyonek û 755 hezar û 375. Ji sedî 27’ê van jidayikbûna zarokên ji 17 salî biçûktir, hejmara zarokên ji 15 salî biçûktir jî 15 hezar û 601 e. Li Tirkiyeyê di navbera salên 2012 û 2021'an de 147 zarokên di bin 15 saliyê de ji carekê zêdetir zarok anîne.

Bûyerên tacîza zayendî û destavêtina li hemberî zarokan roj bi roj zêde bûne. Di daneyan de hat diyarkirin ku di sala 2022’an de li dijî 31 hezar û 890 zarokan sûcên zayendî hatine kirin. Her wiha ev agahî tenê ji nûçeyên ku di çapemeniyê de hatine weşandin hatine girtin.

Zarokan berdêla krîza aborî dan

Barê krîza aborî ya li welêt jî zarok hilgirtin ser milê xwe. Xizanî li zarokan dixe. Jin û zarok nikarîn xwe bigihînin xwarinên bingehîn û birçîbûn zêdetir bûye. Zarok ji bo bijîn neçar man bixebitin. Xwarina saxlem, ava paqij, pelikên zarokan, pêlên paqijiyê, şîr û gelekên din di nav tiştên xerîdar ên luks de têne hesibandin.

Bi navê perwerdehiyê ji zarokan qezenc bidest xistin. Di serdema AKP’ê de di bin navê perwerdeya meslekî de gelek lîseyên pîşeyî hatin vekirin. 1 milyon û 848 hezar û 236 xwendekar li lîseyên pîşeyî perwerdeyê dibînin. Zarokên ku di bin navê perwerdeya meslekî û teknîkê de li dibistanan tên xebitandin mehane tenê hezar û 300 TL tên dayîn. Hatibû ragihandin ku hejmara xwendekarên ku di bin tesnîfên wekî "şagirt, rêwî û master" de tên xebitandin gihîşt milyonek û 200 hezarî. Li gorî daxuyaniyên fermî, hatibû diyarkirin ku heta 18’ê Kanûna Pêşîn a 2022’yan lîseyên pîşeyî di 11 mehan de 1 milyar û 955 milyon TL dahat û bi tevahî 301 milyon lîre jî wek para 94 milyon û 332 hezar lîreyî hatiye dayîn ji xwendekaran re û 206 milyon 608 hezar lîre jî ji mamosteyan re hatiye dayîn. Milyarek û 654 milyon TL yê mayî jî bi rêya "xebata zarokan" derbasî xezîneya dewletê bû.

5 milyon zarokên karker hene

Li gorî encamên sala 2022'an ên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) rêjeya tevlêbûna hêza kar a zarokên di navbera 15-17 salî de ji sedî 18,7 e. Meclîsa Tenduristî û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) ragihand ku daneyên saziyê yên di vê mijarê de hatine veşartin. Li gorî ÎSÎG'ê, li Tirkiyeyê herî kêm 2 mîlyon û di mehên havînê de 5 mîlyon 'zarok' hene. Her wiha ev zarok bêyî ti cure ewlehiyê tên xebitandin. Daneyên Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî û Wezareta Xebat û Ewlehiya Civakî nîşan didin ku di sala 2022'an de herî kêm 3 hezar û 552 zarok li kolanan dixebitin. Li gorî daneyên ÎŞÎG’ê di serdema hikûmeta AKP’ê de herî kêm 909 zarokan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane.