Li Tirkiyeyê rêjeya bêkariyê ya jinan ji ya mêran zêdetir e

Li gorî îstatîstîkên hêza kar a meha Nîsanê ya Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUIK); di mêran de rêjeya bêkariyê bû ji sedî 8,1, di jinan de jî bû ji sedî 14,3.

Navenda Nûçeyan – Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TÛÎK),  “Îstatîstîkên Hêza Kar a Nîsana 2023’yan” parve kir. TÛÎK’ê got ku li gorî meha Nîsana par, di Nîsana îsal de 75 hezar bêkarên nû li bêkarên bi ser 15 saliyê re de zêde bûne. Bi vê yekê re hejmara bêkaran bû 3 milyon û 585 kesan. Di meha nîsanê de, bêkarî ji sedî 0,1 zêde bû û rêjeya bêkariyê bû ji sedî 10,2.

Di jinan de rêjeya bêkariyê zêdetir e

Li gorî daneyan, di nava jinan de bêkarî pir zêde ye. Di nava mêran de bêkarî ji sedî 8,1 û di nava jinan de jî ji sedî 14,3 ye. Rêjeya îstîhdamê ya mêran ji sedî 48,4 û ya jinan jî ji sedî 31,2 ye. 594 hezar kesan kar peyda kirin û rêjeya bêkariyê ya di nava ciwanên di navbera 15-24 saliyê de li gorî mehek berê ji sedî 1,2 kêm bû. Di nava nifûsa ciwan de rêjeya bêkariya bû ji sedî 19,1.