Li Tirkiyeyê rastiya zarokan – DOSYA 3
Ji ÎHD’ê Berfîn Elçî diyar kir ku ji ber baweriya bi polîtîkayên bêcezatiyê, destnedayîna ‘malbatan’ pêşiya komkujiyan vebûye û got: “Ji bo pêşîgirtina sûcan, axaftina li ser Ceylan û zarokên hatine qetilkirin girîng e.”
SARYA DENÎZ
Navenda Nûçeyan – Li Tirkiyeyê tevî peymanên navneteweyî û zagonên nû, zarokên ku bê parastin mane, ji ber polîtîkayên bêcezatiyê di bin xeterê de ne. Li welat zagon nayên bicihanîn û ji bo parastina zarokan tiştên pêwîst nayên kirin.
Bi polîtîkayên desthilatdariya AKP- MHP’ê yên ‘malbatê pîroz dikin’ re îro li welat zewicandina di temenê biçûk de, tecawiz, tacîz û şîdet li dijî zarokan tê kirin. Di lîsteyên sûcan de navê zarokên ku hatine qetilkirin an jî zirarê dîtine tên rêzkirin, li aliyekî jî di şerê ku bi dehan salan e didome de bi taybetî zarok tên hedefgirtin. Di doza zarokên ku di şerê taybet ê ji aliyê dewletê ve tê meşandin de hatine qetilkirin de, kiryarên bi unîforam bi bêcezatiyê tên xelatkirin.
Li ser qetilkirin û binpêkirinên li dijî zarokan, em bi endama Komîsyona Komeleya Mafên Mirovan a Amedê Berfîn Elçî re axivîn.
‘Kêmasiyên di warê pêkanîna edaletê de bi fikar in’
Berfîn Elçî diyar kir ku li Tirkiyeyê zagonên ji bo parastina zarokan hene lê nayên pêkanîn û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Îstîsmara li dijî zarokan, cezayên têkildarî îstîsmar û revandina zarokan nayên bicihanîn û ji ber wê yekê jî edalet pêk nayê. Zagonên nû bi serê xwe têr nakin, a girîng ew e ku ev zagon bi awayê bi bandor werin pêkanîn. Ji ber kêmasiyên di pêkanîna wan de, kêmbûna cezayan û pirsgirêka bêcezatiyê, bingeh çêdibe û kiryar heman sûcê careke din jî dikin.”
‘Divê tedbîrên parastin û pêşîgirtinê werin mezinkirin’
Berfîn Elçî diyar kir ku dive pergala parastina zarokan tenê bi cezayan bi sînor nemîne û got ku divê tedbîrên parastin û pêşîlêgirtinê zêdetir bibin. Berfîn Elçî wiha domand:
“Navendên weke şopandina zarokan, xizmetên rehabîlîtasyonê û mekanîzmayên piştgiriya civakî, ji ber ku bi awayê baş xebatên xwe nakin, zarok di ewlehiyê de nîn in. Her wiha ji ber ku di civakê de şiyarî di vî warî de kêm e jî zarok zêdetir bi rewşên bi xeter re rûbirû dimînin.
Bi navbeynkariya perwerde, medya û saziyên civaka sivîl divê şiyariya di warê parastina zarokan de zêde bibe, mudaxeleya zû û tedbîrên ji bo parastinê werin zêdekirin.”
‘Baweriya ji ber bêcezatiyê û destnedayîna malbatê’
Berfîn Elçî qetilkirina Narîn Guran bi bîr xist û axaftina xwe wiha berdewam kir:
“Bûyera Narîn Guran a ku 19 roj winda ma û dûre cenazeyê wê hat dîtin, dilê mirov diperitîne. Tiştên ku di vê çend rojê de hatin jiyîn, hem di nava civakê, de hem jî kesan gelek xemgîn kirin û di nava hesta neçariyê de hiştin. Di heman demê de diyar bû ku zarokên me di rewşeke bi ewle de najîn. Piştî ku Narîn winda bû, rayedaran ji malbatê qet guman nekirin, heta endamên malbatê jî tevli komên lêgerînê bûn. Vê yekê jî nîşan dide ku çiqas îhmal çêbûye. Ev di rastiyê de zihniyeta mêr a li ser darazê serdest e baş nîşanî me dide. Me dît ku rayedaran çawa ji bo destnedana malbatê lêpirsînê veşartî domandin. Têkiliya vê yekê bi polîtîkayên desthilatdariyê yên mêr û muhafezekar re heye. Polîtîkaya bêcezatiyê hem di saziyên edlî û îdarî de hem jî li ser civakê pir bi bandor in. Di dosyaya Narînê de jî xwebaweriya malbata gumanbar, têkiliya wan a bi rayedarên dewletê û bi polîtîkayên bêcezatiyê re nîşan da. Ji ber têkiliyên xwe yên bi rayedarên dewletê re bawer in ku dê polîtîkayên bêcezatiyê ji bo wan jî werin pêkanîn.”
‘Ji ber şîdeta dewletê gelek zarokan jiyana xwe ji dest dan’
Li Tirkiyeyê ji ber şîdeta dewletê bi dehan zarokan jiyana xwe ji dest dan. Berfîn Elçî, ji bo vê yekê jî wiha got: “Peymanên ku Tirkiye alîgirên wan e û bi Zagona Parastina Zarokan, mafên zarokan hemû ketine bin temînatê. Li cihê ku divê dewlet zarokan ji şîdeta kesên din biparêze, ew bi xwe şîdetê li zarokan dike. Di encama vê yekê de gelek zarokan jiyana xwe ji dest dan. Gelek ji wan Kurd, di bin çavan de û bi cînayetên kiryarên wan nediyar hatine qetilkirin. Gelek ji wan bi guleyên hêzên dewletê hatine qetilkirin. Di wan dosyayan de jî polîtîkaya bêcezatiyê didome. Yan qet ceza nayê dayîn an jî cezayekî wisa formalîte didin wan. Ez dixwazim bibêjim ku em tu carî vê yekê napejirînin, em ê nepejirînin û çi dibe bila bibe, em ê li dijî polîtîkayên bêcezatiyê têbikoşin.”
Berfîn Elçî diyar kir ku zarokên ji aliyê dewletê ve hatine qetilkirin, neketine rojevê û li ser wan nehatiye axaftin û got; “Ez difikirim ku ji ber zarokên ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin hema bibêje hemû Kurd in loma neketin rojevê. Mixabin, rewşeke ku tu kes nebîne û nebihîse heye di vê mijarê de.”
‘Dosyaya Ceylan Onkol yek ji mînakên herî mezin ên bêcezatiyê ye’
Roja 28’ê Îlonê salvegera qetilkirina Ceylan Onkol e. Berfîn Elçî diyar kir ku dîmenên berhevkirina perçeyên bedena Ceylan ji aliyê dayika wê ve hê jî di bîra her kesê de ye, dê tu carî ji bîr nebe û wiha domand: “Dosyaya Ceylan Onkol mixabin yek ji mînakên herî mezin ê polîtîkaya bêcezatiyê ye. Destpêkê biryara veşartî ji bo dosyayê hat dayîn û nehiştin parêzer bigihîjin dosyayê. Lêkolîna li cihê bûyerê jî bi zora parêzeran pêk hat. Ji bo tesbîtkirina kiryaran lêpirsîneke baş nehat kirin û herî dawî jixwe dosya bi neşopandinê bi encam bû. Jixwe di dosyayê de bi sifata gumanbar îfadeya tu kesê nehat girtin. Ango bi salan e polîtîkayeke bêcazatiyê ya tê meşandin heye û ev yek ji mînakên wê yên herî mezin e.”
‘Ji bo bûyerên wiha çênebin daxwaza ji bo edaletê girîng e’
Berfîn Elçî behsa girîngiya axaftina li qetilkirina Ceylan Onkol kir û wiha bi dawî kir:
“Ceylan Onkol, Ugur Kaymaz, Mehmet Uytun, Hêlîn Hasret Şen û gelek zarokên din di encama şîdeta dewletê de hatin qetilkirin û kiryar bi bêcezatiyê hatin xelatkirin. Di dosyayên bi vî rengî de ger bi rastî jî ji bo cezakirina kiryaran, lêpirsîn û darizandinek çêbûya dê hêzên çekdar ji ber fikara girtina ceza, ji bûyerên wiha xwe dûr bidana. Dê ewqas zarok nehatana qetilkirin. Mantiqa dayîna ceza jî ev e jixwe armanc ew e ku pêşî bigre lê mixabin di van bûyeran de hemû, ji ber ku cezakirin çênebû, her diçe zêde dibin. Ji ber wê yekê axaftina li ser Ceylan Onkol û zarokên din ên hatine qetilkirin û daxwaza cezakirina kiryaran, ji bo pêşîgirtina bûyerên bi vî rengî gelek girîng e.”
Dawî