Li Tirkiyeyê jineke ji Sûriyeyê kuştî hat dîtin
Di 13'ê Kanûnê de jineke ji Sûryeyê Sîlva El-Huneydî li bajarê Rihayê kuştî hat dîtin. Bi vê bûyerê re di nava sê rojan de du jinên Sûriyeyê ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin.
Di 13'ê Kanûnê de jineke ji Sûryeyê Sîlva El-Huneydî li bajarê Rihayê kuştî hat dîtin. Bi vê bûyerê re di nava sê rojan de du jinên Sûriyeyê ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin.
Navenda nûçeyan-Di nava hefteyekê de du bûyerên kuştina jinan qewimîn. Jina ji Sûriyeyê Meryem Mihemed li Urdinê di 10'ê Kanûnê de ji aliyê xortekî ku red kir pê re bizewice ve hate kuştin. Her wiha di 13'ê Kanûnê de li Tirkiyeyê jî jina 22 salî ya bi navê Sîlva El-Huneydî kuştî hat dîtin.
Li gorî hin dezgehên ragihandinê jina Sûriyeyî Sîlva El-Hûneydî ya 22 salî li taxa Yeşîl Dîrek a bajarê Rihayê kuştî hat dîtin. Her wiha hate zanîn ku Sîlva El-Hûneydî zewaca bi kesê bi navê Ayad El-Hesen re red kiriye, ji ber vê yekê dema diçû ser karê xwe ji aliyê Ayad El-Hesen ve rastî êrîşa bi kêran hat, ji ber derbên ku ji sing û pişta xwe xwar jiyana xwe ji dest da.
Kesên ku ji navan çopan plastîk berhev dikirin, cenazeyê Sîlva li kolanê dîtin û agahî dan saziyên pêwendîdar û polîsan. Ji bo girtina kujer, polîs di nava lêkolînê de ne lê kujer heya niha nehatiye girtin