Li Tirkiyeyê jinek din jî ji aliyê mêran ve hat qetilkirin

Li bajarê Nîgde yê Tirkiyeyê Halîme T. ji aliyê hevjînê xwe yê berê M.K. ve hat qetilkirin.

 
Navenda Nûçeyan - Li Cadeya Suleyman Fethî ya Taxa Yukari Kayabaşi ya Nîgde ya Tirkiyê, Halîme T., ji aliyê hevjînê xwe yê berê M.K. ve bi awayekê hovane hat qetilkirin. Piştî ku welatiyên derdorê agahî dan ekîbên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Ekîbên tenduristiyê Halîme T., rakirin nexweşxaneyê. Ligel hemû hewldanan jî Halîme T., jiyana xwe ji dest da. Bersûc M.K., ê ji cihê bûyerê reviya piştî demekê hat binçavkirin.