Li Tirkiyeyê hilbijartin bi dawî bû: Çi li benda jinan e?

Li Tirkiyeyê pêvajoya hilbijartinê bi dawî bû. Ji rêziknameyên têkildarî zarokan ên di sozên Erdogan ên hilbijartinê de heta qanûna bi hejmara 6284’an, hemû axaftin ji jinan re ji bo têkoşînê kolanan nîşan dide.

SARYA DENÎZ

Navenda Nûçeyan – Li Tirkiyeyê di hilbijartinên 14’ê Gulanê yên Serokkomarî û parlementeriyê pêk hat de, ji ber ku ji sedî 50’ê dengan nehat bidestxistin, di hilbijartinên 28’ê Gulanê de tûra duyemîn a hilbijartina Serokomariyê pêk hat. Recep Tayyîp Erdoganê ku di tûra ewil a hilbijartinê da ji sedî 49,52 ê dengan stend, di tûra duyemîn de gihişt ji sedî 52’ê û bû Serokkomar.

Bi temambûna hilbijartina serokomariyê re niha çavê hemû kesê li daxuyaniya Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ye. Bi eşkerekirina encamên hilbijartinên parlementoyê yên ku di 14’ê Gulanê de hatin pêkanîn re, Lijneya Giştî ya Meclisê dê civîna xwe ya yekemîn li dar bixe. YSK'ê ragihand ku dê di nava 1-2 rojên pêş de encamên tekez parve bikin.

Li meclîsê dê 5 kom cih bigrin

Li Meclîsê bi encamên tekez re dê parlamenter sond bixwin. Tê payîn ku piştî eşkerekirina encama dawî ya Serokomariyê, Serokomarê 13’emîn di nav 3 rojan da li Meclisê sond bixwe. Dê pêvajo bi vî awayî bimeşe. Di Meclisa Serdema 28’emîn de, Tifaqa Cumhur 322, Tifaqa Netewî 212, Tifaqa Ked û Demokrasiyê 65 wekîl derxist. Dê di meclîsê de AKP’ê, CHP’ê, Partiya Çepên Kesk, MHP’ê û ÎYÎ Partî jî di nav de 5 kom hebin. Parlamenterên DSP û HUDA PAR’ê ji lîsteyên AKP’ê ketin meclîsê, parlamenterên DEVA, Partiya Pêşerojê, Partiya Festîval, DP û TDH’ên ku ji lîsteyên CHP’ê ketin hilbijartinê, parlamenterên EMEP û TOP’ê ji lîsteyên Partiya Çepên Kesk ketin hilbijartinê û parlamenterên Partiya Refahê û TÎP’ê bi giştî 16 partî dê li Meclîsê bên temsîlkirin.

Çi li benda jinan e?

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ê AKP’yî beriya hilbijartinan, danezanek hilbijartinê ya ji 481 rûpelan pêk tê weşandibû û tê de armanc û sozên xwe ragihandi bû. Di vê danezanê de jin jî bi taybetî cih girtin. Dema xal bi xal tê mêzekirin, bêguman gelek mijar jinan jî eleqedar dike. Lê axaftina taybet a jinan, lê dema îro arîtmatîka Meclîsê tê berçav girtin, jinan çi dibêje? Werin em bi hev re binêrin.

Hevkariya AKP’ê û HUDA PAR’ê

Li gorî tenê nûçeyen di meha Nîsanê de di çapemeniyê de xuya bûn, 21 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. Mirina 23 jinan jî wek bi awayekî guman derbasê qeydan bû. Di pêvajoya hilbijartinê de jî dîsa bi dehan jin hatin qetilkirin. Di îktîdara AKP'ê ya evqas salan de gotinên li dijî jinê tundî zêde kir, li ser vê mirina bi guman jî zêde bû. Di madeyên bi tifaka AKP'ê ya bi bi HUDA PAR’ê re gotinên derbasdar û propagandaya hilbijartinê ya derbarê jinan de cih digre de tên, kurte biçûk a polîtîkayên dijmîna jinan diafirîn e. Ev serdema ku dijminahiya jinan bi awayekî vekirî tê vegotin, nîşan dide ku ji bo pêşerojê rojevên çawa li benda jinan in. Dê ev polîtîka bi hevkariya AKP’ê û HUDA PAR’ê li Meclîsê bên berdewam kirin.

Herdem girîngiya 'malbatê'

AKP’ê ya ku ji roja îktidara xwe heta niha jin di nava malbatê de pênase dike, heman ‘kevneşopî’ di danezana xwe ya hilbijartinê de jî domand. Di danezana hilbijartinê de hat diyar kirin ku ji bo "parastina malbata ku bi zewaca di navbera jin û mêran de hatiye avakirin" dê guhertina makezagonê bê kirin. Lê ji bo ku AKP’ê vê yekê bike ango ji bo guhertina makezagonek ne xwediyê piraniye, lewma pêdivî ya wî bi piştgiriya partiyên din heye. Di nava daxwazên hevparek din AKP'ê ya Partîna Yenide Refahê de jî daxwazên wek rakirina bendên Qanûna Parastina Malbatê û Pêşîgirtina li Tundiya li Ser Jinê, "vebijartina qanûnên yekbûna malbatê xiradikin”, “pêşîlêgirtina averêbûyînan", "devjê berdana rêziknameyên der barê wekheviya zayendî de" û “sûc hesibandina zînayê” cih digirtin.

Bazartiya 6284’an

Yek ji mijarên ku di van demên dawî de herî zêde li ser tê axaftin, qanûna bi hejmara 6284’an e. Tifaqa Cumhur alîgirê betalkirina qanûnê ye. Tayyîp Erdogan di civînek ku beşdar bû de ji pirsa, "Hûn ê qanûna bi hejmara 6284’an rakin an ne?" bi bersiva “Parastina saziya malbatê karê me ya sereke ye” helwesta xwe diyar kirî bû. Qanûna jimare 6284’an di bazariya tifaqê de bû yek ji mijarên ku herî zêde tê axaftin.. Erdogan li qadên hilbijartinê û di bernameyên televîzyonên ku beşdarbû de, pirsên der barê jinan de li ser dijberiya LGBTI’yan bersiv da û jinên têdokşîn wek dijminê jinê û malbatê sûcdar kir.

Madeyên hevpar

Di rastiyê de hin mijarên ku bi salan e der barê jinan de bûne mijara bazartiyê û her tim dihatin rojeva Meclîsê, lê bi saya berxwedana jinan hikûmetê encam negirt jî bi destê HUDA PAR’ê ket rojev e. Di ev axaftinên ku AKP’ê û Tayyîp Erdogan jî li kêla vê diseknîn de jî, ev tişt cih digrin:

“*Divê mexdûrbûna bi hezaran jinên ku ji ber beriya 18 saliyê temam nekirin zewicin, hevjinê wan di girtîgehê de ne û zarokên bê bav mane, bê çareserkirin.

*Divê verastkirinên ku ji bo parastina malbatê tên kirin, li gorî bawerî û edetên me bên amadekirin.

*Meclîsek ku rayeya xwe ya nûnertiyê ji gel digre jî bêguman sînorên wê hene. Nepêkanîna verastkirinên ku bi tevna bingehîn a civakê re li hev nakin û ji çarçoweya rêzgirtina nirxên bingehîn ên ku neteweyê dikin netewe derbas dike; divê qanûnên ku çêdike, li gorî mafên mirovan, rêgezên bingehîn ên huqûqê, ehlaqê giştî û ehlaq û bawerî û nirxên civakê bin û bi van re bi nakok nebe.

*Divê qanûna bi hejmara 6284’an bê guhertin û dawî li sepana neqfkirina bêdem bê anîn.”

Jin û bêkarî

Her wiha Tayyîp Erdogan soz da ku dê rêjeya bêkariyê ji sedî 7 kêm bike û îstîhdamê bi tevahî derxe 36 mîlyon. Îro roja me ya îro de ango ji sala 2023’an vir ve, îstîhdam 31,4 mîlyon e û bêkarî jî di asta ji sedî 10’ê de ye. Rêjeya tevlêbûna hêza kar a jinan jixwe kêm bû; bi pandemî û erdhejê re rêje hîn zêdetir jî kêm bû. Li gorî Tayyîp Erdogan, tê armanc kirin ku rêjeya îstîhdamê 5 puan bê zêde kirin. Di şert û mercên roja me ya îro de gihandina vê armancê jî wek xeyalek disekne.