Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê karê dengdanê dest pê kir

Ji bo tûra duyemîn a hilbijartina serokomariyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di saet 08.00 de karûbarên dengdanê dest pê kirin. Dengdan dê heta saet 17.00 bidome.

Navenda Nûçeyan- Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji ber ku di hilbijartina 14’ê Gulanê de namzedên serokomariyê ji sedî 50 dengan negirtin, hilbijartin ma tûra duyemîn û îro pêk tên. Ji bo tûra duyemîn a hilbijartinê ku namzedê Tifaqa Gel Kemal Kiliçdaroglu û namzedê Tifaqa Cumhur Recep Tayyîp Erdogan dikevin pêşbaziyê, îro saet di 08.00'de karûbarên dengdanê dest pê kirin. Li tevahiya welat 973 navçe, 1094 lijneyên hilbijartina navçeyê ji 191 hezarî zêdetir sindoq hatin danîn. Li bendê ye ku li welat ji 60 milyonî zêdetir hilbijêr biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Karûbarên dengdanê, li tevahiya Tirkiyeyê di saet 17.00'de dê bi dawî bibe.

Di navbera saet 18.00 û 21.00 de jî Lijneya Hilbijartina Bilind (YSK) dê têkildarî hilbijartinê bikaribe tebligatan biweşîne. Saet piştî 21.00 dê hemû weşan serbest bin, YSK dikare vê saetê zûtir jî bike.