‘Li Tirkiye îşkence bi awayek sîstematik berdewam dike’

Li gor TÎHV, ÎHD û çenge mafê mirovan TTB’ê; Di 2023’an de îşkenceya li Tirkiye zêde dibe û berdewam dike.

Navenda Nûçeyan- Komeleya mafê mirovan ya Tirkiye (TÎVH), Komeleya mafê mirovan (ÎHD) û çenge YekitiyaTabîban ya Tirkiye (TTB) der barê 26’ê Hezîranê roja pişevaniya ên ku îşkence dîtin ya Netewên Yekgitî (NY) daxuayaniyek hevbeş nîvîskî dan.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku îmzaya Tikriyê jî têde heye li gora peymana NY ya Îşkence û nêzîkatiyên din ên zalimane  û dij mirovî û rûmet şikandin îşkence bê îstisna hatiye qedexekirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku li Tirkiye îşkence bi awayek sistematik berdewam dike û wiha hate gotin:

“ Desthilata siyasî ya ku heye hemû pirsgirêkên welat ên weke aborî û tendirustiya civakê weke pirsgirêka ewlehiyê lê kiriye, her roja ku diçe zextên ku hîn zêdetir dibe encama rêveberiya xwe bi kontrole ve girê dide ye. Di roja me de hemû welat hema bêje bûye cihê îşkenceyê. Hêzên ewlehiyê di hiqûqa gerdûnî de û di zagonên welatan de karbidestiya karanîna zorê gelek pêş çûye, li dijî quralan, cezakirinên ku nayên kontrolkirin, ji nedîtî ve hatina ji aliyê desthilata siyasî, heta ev tundîya ku tê teşwiqkirin, normalîze bûye û bûye parçeyek ya jiyana rojane.”

Li Tirkiye daneyên rojane

 Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di heman demê de li Tikiryê daneyên rojane hate parvekirin . Li gor  navenda Dokumantasyona TÎHV, Di sala 2022’an de 1 kes, di destpêka 2023’an de di pênc mehên destpêkê de 6 kes di bin çavan de bi awayek guman jiyana xwe ji dest dan. Di sala 2023’an di pênc mehên destpêkê de 270 kes bi sedema ku rastî îşkence û nêzîkatiyên xirab hatine serî li TÎHV dane.

Li gora tesbîtên yekineya Dokumantasyona ÎHD di sala 2022’an de li cihên fermî yên binçavkirin , herî kêm hezar û 347 kes rastî îşkence û nêzîkatiyên xirab hatin. TÎHV da zanîn ku ji sedan 50,7 serlêdan li muduryeta emniyete, ji sedan 5,7 di qereqolên polîsan, ji sedan 6,4 li yekineyên  cenderme rastî îşkence û nêzîkatiyên din ên xirab hatine.

Îşkence û nêzîkatiyên xirab

Di encama mudaxelekirina hêzên emnî ya çalakiyên aştiyane di sala 2022’an de 144 zarok, herî kêm 5.434 kes, di pênc mehên destpêka 2023’an de 49 zarok, herî kêm 1.557 kes rastî îşkence û nêzîkatiyên xirab hatine. Di sala 2022’an de cardin herî kêm 230 kes, di pênc mehên 2023’an de herî kêm 76 kes di kolan û cihên vekirî de rastî îşkence û nêzkatiyên xirab hatine. Li gor tesbîtên yekineya Dokumantasyona ÎHD, diyarkirin ku di sala 2022’an de 42 zarok, bi giştî 2.928 kes li gor daneyên ên fermî li cihên binçavkirinê û li cihên ji derveyî binçavkirinê de rastî îşkence û nêzîkatiyên din ên xirab hatine.  83 girtî bi awayek guman jiyana xwe ji dest dan

Li gor daneyên ku hatine bi dest xistin û serlêdanên ÎHD hat tesbîtkirin ku di nava sala 2022’an de 198 kes rastî gefên ajankirinê û revandinê hatine. Li gora daneyên yekineya Dokumantasyona ÎHD, di sala 2022'an de’hêjmara girtiyên ku tê îdeakirin ku li girtîgehan rastî îşkence û nêzîkatiyên xirab hatine bûye 247 kes. Li gora daneyên navenda Dokumantasyona TÎHV, li girtîgeha di sala 2022’an de herî kêm 65 girtî, di pênc mehên destpêka sala 2023’an de 10 girtî bi hêcetên nexweşî, intihar, tundî, ihmal û h.w.d jiyana xwe ji dest dane. Li gora daneyên yekineya Dokumantasyona ÎHD, di sala 2022’an de li girtîgehan herî kêm 83 girtî bi awayek guman jiyana xwe ji dest dane.