Li Tirkiyê daneyên Şîdetê
Nuçeyên tundîtujiyê bi dawî nabin. Li Istanbulê jinêkê hevjinê xwe ji bo rê neda ku keça wê bi perê neçarê fihûşê bike kêr lê da. Li Edenê jî mêrek li polisan gerya û got “Min hevjina xwe kuşt”. Elif Keskina kû li Enqerê dijiya evr 11 roje winda ye.
Nuçeyên tundîtujiyê bi dawî nabin. Li Istanbulê jinêkê hevjinê xwe ji bo rê neda ku keça wê bi perê neçarê fihûşê bike kêr lê da. Li Edenê jî mêrek li polisan gerya û got “Min hevjina xwe kuşt”. Elif Keskina kû li Enqerê dijiya evr 11 roje winda ye.
Navenda Nuçeyan- Her roj li hemû bajarên Tirkiyê em rasta nuçeyên şîdeta li hemberî jinê, kuştin yan jî parastina rewa tên. Vê carê navnîşan cardin İstanbol e.
Li gorî agahiyên hatine bi destxistin, mêrek keça xwe ya 17 salî li beramberî perê ji bo fihuşê bikar tîne. Kibariye G. û Zafer G. kurekî wan 14 salî û keçek 17 salî bûn. Keçikê tiştê ku jiyankiriye ji dayika xwe re got. . Jina kû ev rewş bihist kêr li Zafer G da. Jinê xwest xwe ji bikujê. Kibariye G. û Zafer G. hatin tedavî kirin. Piştî dermankirinê Kibariye G. xilas bû hat binçavkirin.
Geriya û got “Min hevjina xwe kuşt”
Li Edenê mêra ku li polisan geriya û got Min Hevjina xwe kuşt û mêr navnîşana şaş dide polîsan. Deriya malê jina kû ne birîndar ya hatî tesbît kirin vekir. Ev kes dı çend tax şûnde hat bınçavkirin. Dema ew kesê ku digot ‘min hevjîna xwe kuştiye’ lêgerîn kirin dest bi ken kir. Jinê jî got, “Min 2 sal berê telaq daye, çend kolan şûnde tir di rûne. Car bi car husan tê. Ez pir ditirsim got. Ew mêr hat binçav kirin.
Ji bo kû redkir kuşt
Hat diyarkirin ku xwendekara zanîngeha Aleyna Yurtkölesî, li apartmana navçeya Pamukkale ya Denîzli dijî mirî hat dîtin. Di encama şîdeta mêr de jiyana xwe ji dest daye. Kesê ku bi navê Shayab Kheyriana Aleyna ji ber ew mêr redkiriye hatiye kuştin, hat girtin. Di encama otopsiyê de, hat diyarkirin ku Aleyna ya 22 salî di encama xenîqandinê de jiyana xwe dest daye.
11 Rojê windayê
Elif Keskin a 22 salî ya ku li Taxa Yıldıztepe ya Altıdag a Enqerayê dijî, ji 31’ê Kanûnê û vir ve winda ye. Malbata wê piştî derketina wê ya serê sibê ji mal tu agahiyêk jê ne girtine. Malbat wêneyên Elîfê li ser medyaya Civakî parve dikin û ji herkesî alîkarî dixwazin.
Rêxistinên jinan û bikarhênerên medyaya civakî jî ji bo dîtina Elifê tag vekirin û banga piştevaniyê kirin.