Li Tirbespiyê têkildarî tundiya li ser jinan civînek hat lidarxistin

Di çarçoveya rêzeçalakiyên Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan, îro Kongra Star bi boneya nêzîkbûna 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê li navçeya Tirbespiyê civînek li dar xist.

Qamişlo- Çalakiyên ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê hatibûn plankirin li hemû gund, navçe û bajaran berdewam dikin. Platforma Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan de, Kongra Star li navçeya Tirbespiyê ya girêdayî bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civînek li dar xist. Di civînê de bi dehan ji şêniyan û saziyên Rêveberiya Xweser amadebûn.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin hat destpêkirin. Paşê nivîsek der barê 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê hat xwendin û nîqaş destpêkir. Di heman demê de li ser rewşa siyasî nîqaş û nirxandin hatin kirin.

‘Jin bi perwerdeyê xwe nas dikin’

Berdevka Tevgera Civaka Demokratîk Tev- Dem’ê ya Navçeya Tirbespiyê Ibtîsam Silêman da zanîn ku jinên xwedî ezmûn jinên dora xwe perwerde dike û ev jî wek parastinek e û wiha pêde çû: “Di nav Şoreşa Rojava de me bêtir xwe nas kir. Em hewl didin hemû ezmûn û perwerdeya ku me standî bighînin tevahî jinan. Di heman demê de em xwe bighînin hemû endamên civakê. Ji her demê zêdetir, îro bi saya ramanên Rêber Apo jin pêş dikevin. Bi vê ramanê jin li dijî tundiyê disekinin û xebat dikin da ku di her sazî û warekî jiyanê cih û roleke wan hebe.”

‘Têkoşîna jinan li hember tundî, êrîş û şeran’

Rêvebera Meclisa Giştî ya Navçeya Tirbespiyê Nalîn Temo bal kişand li ser li dijî jinan şerê ku tê meşandin û got: “Gelek cûreyên tundiyê û şer li ser jinan tên meşandin, di nav de şerê taybet. Her wiha ji aliyê dewleta Tirkiye ve jin rastî êrîşan tên. Fedekariya herî mezin a jinan e ku li hewl dide li hember her cûre tundî û zordariyê bisekine. Em jî ji aliyê xwe ve rola berpirsyariyê dilîzin ku em civaka xwe hişyar bikin. Her kampanyayên me berdewam in ta ku em tundiyê li ser tevahî jinan bidin rawestandin.”