Li Til Temirê hemleya berhevkirina îmzeyan didome

Hemleya komkirina îmzeyan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin bi beşdarbûna hemu pêkhateyên li heremê didome.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê - Li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku nêzî du salan e hevdîtin pê re nayê kirin û parêzer nikarin wî bibînin, Îsiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 22'ê Çileyê de dest bi hemleya komkirina îmzeyan kir. Hemle heya 24’emîn sal vegera Komploya Navnetewî ya 15'ê Sibatê wê bidome. Li navçeya Til Temir a Kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetirî 30 komîte hatine derxistin û li 134 gundên navçeyê tevî gundên li silsileya Çiyayê Kizwanan dikevin hatine belavkirin û komkirina îmzeyan berdewam dike. Lê belê ji ber xeteriya heyî ev komîte nikarin derbasî 23 gundên xeta cebheyê bibin û hêjayî bibîrxistinê ye ku 32 gundên navçeyê jî di bin dagirkeriyê de ne.

‘Ger Ocalan azad bibe wê guherînên mezin çêbibin’

Dayikeke Kurd Gulistan Xelîl ku îmzeya xwe da, got: "Em dixwazin Rêberê me were berdan û em bi vê yekê bawer in ku dema em wî di navbera xwe de bibînin wê tiştekî pir mezin çêbibe ku dilê her kesê xweş bike. Bêguman wê êşa me ya koçberiyê jî bi dawî bibe."

‘Em bi hêvî ne ku îmze encam bigre’

Tûfaha El-Nasir ji pêkhateyên Ereb e, li ser azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha dibêje: "Ger ev îmzeyên ku tên komkirin encam bigrin û Rêber Ocalan azad bibe wê pir baş bibe. Em wekî netewa Ereb, di wê baweriyê de ne ku derketina Ocalan wê ji bo me mizgîniyek be û rewşa me baştir bike. Her wiha bi derketina Rêber Apo re wê aştiyek mayinde çêbibe, gel rehet bibe lewre mifteya aştiyê di destên wî de ye. Di wextê Rêber Ocalan de guhertin çêbûn, avakirin û tiştên baş rû dan lê dema ku ji me dûr ket zeyîfî çêbûn, bi derketina wî re jî bê guman wê cîhan ber bi ewlehiyê ve biçe."

Ji hemu pêkhateyan beşdarbûn

Têkildarî hemleyê Hevseroka Şaredariya Gel a Til Temir û Endama Komîteya Şopandina Îmzeyan Ronaz Yûnis jî axivî û wiha got: "Îro hemû netewên me ji Kurd, Ereb û Aşûrî bi dilxweşî îmzeyan ji bo azadiya fizîkî didin û heman daxwaz dikin ku Rêber Abdullah Ocalan were berdan. Hemû netew bi taybetî Ereb û Aşûriyên ku mane, bi baweriya Rêber Ocalan dikare hemû krîzan çareser bike û mifteya aştiyê di destê wî de ye, bi wî ruhî tevdigerin û îmzeyan didin. Her wiha ji vê yekê jî bawer in ku Ocalan ne tenê ji bo neteweyekî têdikoşe, paradîgmaya wê ji bo hemû cîhanê ye. Çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn bêguman di destê Rêber Ocalan de ye, ji lewre îro ewqas tecrîdê giran dikin û wî ji hemû mafan bêpar dihêlin."

CPT bi erkê xwe narabe

Ronaz Yûnis got ku CPT'î erkên xwe bi cih nayne û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Bêhelwestiya CPT'î cihê gumanan e, bi erkên xwe ranabe û mafê girtiyan naparêze. CPT'î dema helwesta xwe nîşan nade, dibe hevkarê tecrîda girankirî û komploya li ser Rêber Apo. Lê diyar e ku ne dewlet, ne jî civaka navdewletî çareseriyê ji van pirsgirêk û krîzên ku di cîhanê de çêdibin re naxwazin û dil nakin şer rawestînin. Ji ber azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan wê bikaribe çareseriyeke mayinde bibîne. Her perspektîfek ji Ocalan tê wateya ku çareseriyan ji gelek têkilî, şer û aloziyan re dîtiye."

‘Bi felsefeya "Jin Jiyan Azadî" em ê pergala Îmraliyê bişkînin’

Ronaz Yûnis da zanîn ku ew ê kela dilê wan hênik nebe heya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi fizîkî di navbera xwe de nebînin û wiha pêl da gotinên xwe: "Gel hemû îro li ser piyan e, kela dilê wan û agirê di dilê wan de wê dagirker û faşîzma tirk bişewitîne. Rêber Apo êdî temenê wî mezin dibe, ji lewre divê ku bi baldarî mirov nêzî wan bibin lê dewleta tirk dewleteke faşîst e û rêbertiya me ji hemû mafên wî bêpar kiriye û gumanên me li ser tenduristiya wî heye. Divê ku jinên cîhanê hemû destên xwe bidin hev, em pergala Îmraliyê bişkînin û rêber û sazkarê felsefeya "Jin Jiyan Azadî" azad bikin."