Li Til Temirê xebatên rakirina genim û ceh didomin

Cîgera hevserokên Meclisa Til Temirê û endama Rêveberiya Çandinî û Avdanê, demsala rakirina genim û ceh nirxandin û gotin: "Şewata zeviyan hewldanê temamkirina dorpêça aborî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye."

SORGUL ŞÊXO

Hesekê - Ji bo parastina 'zêrê zer', li herêmên Rêveberiya Xweser li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rewşa awarte hat îlankirin û komîteyên parastina zeviyan hatin avakirin. Li gorî bîlançoya şewatan Meclisa Cîbicîkar a Kantona Cizîrê di 2’ê Hezîranê de eşkere kir wiha ye: 1495 genimê avî, 2324 donim genimê bejî, cehê avê 142 donim, cehê bejî 10326 donim, bi giştî 49936 donim hatiye şewitandin. Her wiha kizbera 84 donim û nîsk 40 donim hatin şewitandin. Heman wextê jî firaz genim 602 donim û 176 donim firazê ceh hatin şewitandin.

Li ser rêveçûna demsala genim û ceh û tedbîrên heta niha hatine girtin, zehmetiyên tên kişandin û niha ji bo cotkaran çi tê pêşkêşkirin de, cîgera Hevserokên Meclisa bajarê Til Temirê Madlên El-Ibêd û Endama Rêveberiya Çandinî û Avdanê ya bajarê Til Temirê Kantona Cizîrê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîra Mihemed, ji ajansa me re axivîn.

'Hevgirtina civakî bû sedem ku rê li ber şewata gelek zeviyan were girtin'

Madlên El-Ibêd di destpêka axaftina xwe de got ku ruhê hevgirtinê di navbera komîteya parastina zeviyan, cotkar û civakê de di parastina zeviyên ceh û genim de xwe daye der û wiha domand: "Piştî komîteya parastina zeviyan hat avakirin gelek sehrîcên avê û agirkuj tevî tîmên parastinê ku ji Hêzên Parastina Civakî HPC û HPC-JIN pêk tên hatin veqetandin û erkdarkirin. Heman wextê jî ambulansên Heyva Sor a Kurd hatin amadekirin, ji ber di dema şewatan de gelek rewşên xeniqînê ji ber dûmana agir çêbûn. Hemû derfetên heyî me kir xizmeta parastina zeviyan, kêm e lê em bi alîkariya gel û cotkaran dikaribûn rê li ber gelek şewatan bigrin. Sedemên şewatê yên yekemîn dewleta Tirk a dagirker û destên veşartî bûn. Ev ji me re dibe serkeftinek di wexteke ku em hem di nava êrîşan de ne, hem jî kêmderfetiyan dijîn."

'Torên elektrîkê û xetên avê jî zirar dîtin'

Madlên El-Ibêd got ku şewata zeviyan zirar daye torên elektrîkê û xetên avê û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Şewat bû sedem ku gelek dîregên elektrîkê ligel torên wê û xetên avê bişewitin û gelek gund bê elektrîk bimînin. Ji ber vemirandina şewatê gelek rewşên xeniqîn û bêhntengiyê derketin lê ji hêla Heyva Sor a Kurd ve hatin dermankirin. Em vê ji bîr nekin ku zêdetirî salek e ava stasyona Elokê ya ji Serêkaniyê tê Til Temir û Hesekê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve hatiye qutkirin û ev di aliyê anîna avê ji bîran û bilezbûn gihandina cihê şewatê de, zehmetiye da avakirin. Ruxmî ewqas zehmetiyê em dikaribûn roleke aktîf di parastina zeviyan de bilîzin û nehêlin cotkar û herêm xisareke zêde bibînin."

'Li pey şewata zeviyan gelek armancên weke koçberî û dorpêça aborî heye'

Madlên El-Ibêd di dawiya axaftina xwe de got ku divê civak û her kes ji bo parastina zeviyan seferberiya xwe bidomînin û rê nedin armancên dagirkeriya Tirk pêk werin û wiha anî ziman: "Bi şewata zeviyan ku sedema yekemîn dewleta Tirk e, hewl didin ku li vir dorpêçeke aborî çêbikin, zextê li civakê bikin û êrîşê parîyê nanê wan dike. Taybet li vir, li Til Temir ji derveyî krîza avê ya ji ber qutkirina stasyona Elok, dixwazin bi şewata zeviyan re gel bi krîza aborî re jî rûbirû bihêlin û rê li ber koçberiya ji welat veke û gundên li ser xetên agir ji sivîlan vala bikin. Dagirkerên Tirk her demê kaxezek li dijî berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi kar tînin. Di rûyê dagirkeran û ruxmî êrîşên dagirkirinê ne, çandina tov û simbilên ceh û genim rûyekî din ê berxwedana gel e. Gel bi cotkarên xwe teslîmiyet qebûl nekir û bi çandina genim ev peyam ji dagirkeran re da ku ew li vir in dê li ser vê axê jî bijîn. Ji lewre komîte dê nobedariya xwe ya parastina zeviyan bi şev û roj bidomîne heta ku demsal bi dawî bibe."

Ji bo cotkaran çi hat pêşkêşkirin û çiqas erd şewitîn?

Endama Rêveberiya Çandinî û Avdanê ya bajarê Til Temirê Emîra Mihemed jî di warê çandiniyê de çiqasî û di kîjan alî de bi cotkaran re bûne alîkar wiha bi bîr xist û got: "Ji bo 54 hezar û 541 donim erdê ku bi genim hatiye çandin, milyonek û 347 hezar û 314 lître mazota çandiniyê li ser du caran li cotkaran hatiye belavkirin lê ji bo ceh me mazot belav nekir. 78 patoz ji bo rakirina genim hatin tomarkirin û niha jî çewalên genim li cotkaran tên belavkirin lê ji ber şewatên derketin nêzî 35 donim genimê avî, 100 donim cehê bejî û 92 donim firazê genim û ceh jî şewitîn. Sedemên şewatê gelek in çend jê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî ne, şewata ji ber kurteya elektrîkê û çirûskên agir ên ji  motoran jî derdikevin ."

'Mehek diqede lê pêwîst e cotkar hîn bêtir ji bo şewatan baldar bin'

Emîra Mihemed da zanîn ku wekî bajarê Til Temirê nû dest bi demsala rakirina genim kirine û wiha pêl da gotinên xwe: "Nêzî 10 roj in dest bi demsala rakirina genim hatiye kirin, li gorî tê xuyakirin ku wê di nav mehekê de zevî hemû werin rakirin û genim ji cihên pêwîst re werin şandin. Niha ji sedî 10 rakirina zeviyan qediyaye lê hem çavên me hem çavên cotkaran li riya berhemeke baş in, ji lewre divê ku cotkar hem zeviyên xwe, hem jî yê cîranên xwe biparêzin, ji ber şewatek çêbibe wê giştî zevî zirarê bibînin û xisarek mezin bigihîje."