Li Tertûsê xwandekara bi navê Hedîl Mihemed hat kuştin
Li Tertûsê endamekî Wezareta Parastinê ya hikumeta demkî bi wesayîda xwe pê li xwandekara bi navê Hedîl Mihemed a 18 salî kir. Xwandekar li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.
Navenda Nûçeyan – Li Tertûsê endamekî Wezareta Parastinê ya hikumeta demkî bi wesayîda xwe pê li xwendekareke 18 salî kir û xwandekar jiyana xwe ji dest da. Tê îdiakirin ku bûyer bi zanebûn hatiye kirin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku roja Pêncşemê erebeyek pê li xwendekara bi navê Hedîle kiriye û di cihê bûyerê de jiyana xwe ji dests da ye. Şêniyan jî îdia kir ku bûyer bi zanebûn hatiye kirin.
Li gorî agahiyan, ajokarê wesayîdê endamekî Wezareta Parastinê ya hikumeta demkî ye gelek caran astengî ji Hedîle re derdixist û bi zanebûn pê li wê kiriye.
Wezareta Karên Hundir a hikumeta demkî îdiayên ku dibêjin bûyer bi zanebûn hatiye kirin red kir û îdia kir ku li gorî lêkolînan "bûyer ne bi zanebûn” çêbûye.
Şêniyan jî daxwaza vekirina lêkolîn û lêpirsînê kir.