Li Tel Avîvê meşa deh hezaran: Divê şerê li Xezeyê bi dawî bibe

Rojek piştî eşkerekirina plana Îsraîlê ya ji bo dagirkirina bajarê Xezeyê, li Tel Avîvê bi deh hezaran kes bi daxwaza bidawîkirina şer û berdana dîlgirtiyan meşiyan.

Navenda Nûçeyan – Malbatên dîlgirtiyan ên tevlî meşa li paytextê bûn, hişyarî dan ku operasyona leşkerî wê jiyana dîlgirtiyan bixe metirsiyê.

Forûma Malbatên Dîlgirtiyan ragihand ku 100 hezar kes beşdarî meşê bûn. Rayedaran têkildarî mijarê texmîneke fermî nekirin.

Xwepêşandêran wêne û pankartên dîlgirtiyan hilgirtin ku hîn jî li xaka Fîlîstînê ne û bang li hikumetê kirin ku ji bo berdana wan bikeve nava liv û tevgerê.

Hamasê ragihand ku 49 dîlgirtî di destê wan de ye, ku tê texmînkirin 22 ji wan sax in û plana dagirkirinê jî weke 'fedakirina dîlgirtiyan' pênase kir. Malbatên dîlgirtiyan û komên alîgirê aştiyê dixwazin bi Hamasê re agirbest bê kirin.

Li gorî plana Serokwezîr Netanyahû divê Hamas bê çek bibe, dîlgirtî hemû bêne vegerandin, Xeze bikeve bin kontrola Îsraîlê û 'rêveberiyeke sivîl' a li derveyî Hamasê yan jî Rêveberiya Fîlîstînê bê avakirin. Elmanya, Yekîtiya Ewropa, Fransa, Çîn, Rûsya û gelek welatên Misilman jî di nav de plan li qada navneteweyî bû sedema nerazîbûnê.

Artêşa Îsraîlê hîn jî ji sedî 75 ê Xezeyê kontrol dike. Neteweyên Yekbûyî dibêje, zêdeyî 2 milyon mirov bi metirsiya 'birçîbûna berbelav' re rû bi rû ne.