Li Tehranê du xwaringehên din hatin mohrkirin
Li Tehranê 2 xwaringehên din bi hinceta ku li ser mişteriyên xwe hicabê ferz nakin hatin mohrkirin.

Navenda Nûçeyan - Bi berdewamiya têkoşîna jinan a li dijî qanûna ferzkirina hicabê, mohrkirina cihên giştî di bin navê "Pêybernekirina karên Îslamî û eşkerekirina hicabê" berdewam dike.
Li gorî nûçeyên ku hatine belavkirin, xwaringehên navdar ên Çîlayî yên li Parka Nehcul-Belaxa û Zeus li Kolana Saadet Abad a Tehranê bi hinceta ku hicaba mecbûrî li ser muşteriyan ferz nakin hatine girtin.