Li Tehranê atmosfera rojên dawiya salê
Tevî krîza aborî jî li Tehranê her kes ji bo amadekariya Newrozê li bazaran e. Her çendî şert û merc guncaw nebin jî li bajar cejna Newrozê bi coş tê pîrozkirin.

ARYA ESKÛYÎ
Tehran – Li Tehranê ji ber mercên xirab ên aborî, mirov kenê li rûyê mirovan nabîne lê tevî vê yekê jî ji bo serê salê li bazaran çûnhatina mirovan zêde ye. Dibe ku ev tevger ji van rojên tarî re bibe ronahî bi hatina demsala nû, Newrozê re hêviyek ji bo belavbûna tarîtiya van rojên xemgîn bi xwe re bîne.
Newroz; ne keder ne jî kêfxweşiyê nas dike, ew bi xwe mizgîniya nûbûnê ye. Divê çi dibe bila bibe Newroz were pîrozkirin, bi kêfxweşî û nûbûnê.
Berîka te vala be jî serê te tewandî be jî; divê bişirîna Newrozê li ser rûyê te be lewre dibe ku ev Newroz bi xwe re nûbûnê bîne û her kesê hinek din nêzî rojên xweş ên ku xeyal dike bike.
Li bazara Tîcrîşê her tişt heye
Bazara bi nav û deng a Tehranê Tîcrîş, gotin di cih de be cihekî ku her tişt lê tê dîtin e. Ji sebzeyên ter û şîn ên Şemîranê bigre heta fêkiyên îthal, xwarinên xweş, cilên rengîn, her tişt heye lê ya herî balkêş ew e ku jin û keçên ciwan li bazaran bi azadî digerin û bi hilbijartina cilên xwe tercîha xwe nîşan didin. Porê wan ê ku li ber bayê bi hewa dikeve, van rojan xweştir û biharîntir dike.
Bi dengê muzîkê kesên ku di rê de derbas dibin hinek be jî rehet dibin
Keçên ciwan ên muzîsyen jî bi lêdana amûrên muzîkê, kêliyek be jî xemgîniya dilê kesên ku di rê de derbas dibin belav dikin.
Di rojên dawiya salê de her çendî kolan tije mirov bûbin jî; nayê wateya ku mercên aborî baş in. Li gorî ku dikandar dibêjin, her sala diçe mirov zêdetir nikarin tiştek bikirin. Mirov êdî li cihê bikevin mixazeyan, bi hêviya ku berhemên bihayê wan baştir bibînin, ji mirovên ku li kolanan tiştan difroşin danûstandinê dikin.
Mehnaz A. ya ku bi kirîna semanû (şîrînahiyekê gelerî ye ku ji bo cejna Newrozê tê çêkirin) re mijûl e bi ken wiha dibêje: “Bihayê berheman her çendî zêde be jî, ji bo sifreya Yedî Sin (sifreya ku bi taybet di Newrozê de tê amadekirin) divê semanû hebe. Sifreya Yedî Sîn salê carek tê amadekirin. Ez jî weke her kesê ji pêşî ve derketim bazarê û tiştên sereke dikirim ji bo ku mêvanên werin serdana cejnê bi awayekî maqûl pêşwazî bikim.”
‘Gelek mirov nikarin ji bazaran tiştek bikirin’
Rana L. jî wiha dibêje: “Niha kolan û bazar tije mirovên ku ji bo cejnê derketine bazarê ye lê ev nayê wateyê ku rewşa wan a aborî baş e û berîka wan tije ye. Gelek kesên ku tên vê derê, di encamê de nikarin tiştek bikirin û destvala vedigerin malê. Hinek kes ji bo berhemên bihayê wan kêmtir bibînin, ji bakur, heta başûrê bajar û heta navendê li hemû bazaran digerin. Hewl didin bi pereyê xwe berhemên bihayê wan kêmtir bikirin.”
‘Her çendî ji ber krîzê mirov bê aram bin jî di nava bêhêvîtiyê de hêvî heye’
Melîhe Ş. dibêje: “Em hemû dizanin ku ji ber vê krîza aborî û civakî, mirov bê aramî bûne lê di nava bêhêvîtiyê de jî hêvî heye û dê her tişt wiha nedome. Niyeta te ya danûstandinê tune be jî dema ku tu hîs dikî xweza nû dibe, li kolanan digerî, li mirovan dinêrî û hewaya beriya cejnê dikşînî, hinek be jî rewşa te ya ruhî baş dibe.”
Efsane S. a bi mehaneya teqawidiyê debara xwe dike jî diyar dike ku her sal neçar dimîne lîsteya tiştên ku dikire kêm bike û dibêje: “Bihayê her tiştî wisa zêde bûye ku ne pêkan e hinek tiştên min di lîsteyê de nivîsandine bikirim. Berhemên ku bihayê wan kêm e jî piranî bê qelîte ne. Ji ber wê ez tiştên kêm lê bi qelîte dikirim.”
‘Mirov ji her fêkiyek yekî dikirin’
Tara A. dema ku ji dikan bi baldarî fêkiyan hildibjêre bi gotinên; “Qelîteya fêkiyên Tîcrîşê gelek baş e lê bihayê wan jî zêde ye” wiha dibêje: “Ez kêm lê fêkiyên bi qelîte dikirim. Ez li derdora xwe mirovên ku ji her fêkiyek yekê dikirin dibînim. Mînak sêvek û pirteqalek... Berê mirovan bi qutiyan dikirîn lê niha êdî kes nikare wisa bikire.”
Xwendekara hunerên bedew Elmîra A. jî li Bazara Tîcrîşê bi lêdana amûra xwe ji bo mirovan muzîkê lê dide. Elmîma dibêje: “Gelek caran ji ber min servekirî li muzîkê da min lêpirsîn kirin. Lê ev tercîha min e. Ez xwendekara hunerên bedew im. Li amûrên muzîkê didim, wêneyan çêdikim û hezar car jî ji bo lêpirsînê gazî min bikin ez ê stranên xwe bibêjim. Bi cilên xwe û bi tercîha xwe.” Elmîra A. herî dawî wiha dibêje: “Ez dizanim dê van rojên zor û bi êş derbas bibin, em ê baştir bibin.”