Li Tehranê ajokarên jin ên taksiyê rastî cihêkariyê tên

Nadîa Şokofa ya 10 sal in li Tehranê ajokariya taksiyê dike, da zanîn ew ji aliyê ajokarên mêr ve rastî gotinên zayendîperest, tacîz, heqaret û gefan tên.

NEFES CAVÎDAN

Tehran – Li Îranê di nava ajokarên taksiyê de jin jî cih digrin. Ajokarên jin ên taksiyê ku bi salan e derdikevin trafîkê, di trafîkê de rastî tacîz û heqaretan tên. Li gorî ajansa fermî ya nûçeyan IRNA’yê; Li Îranê 4 hezar û 830 ajokarên jin ên taksiyê hene. Ji wan 2 hezar û 900 li paytext Tehranê ne. Li bajarên Tehran û Krejê rawestgehên taksiyan ên hemû xebatkarên wê jin e heye. Ajokarên jin bi giştî rêwiyên jin û malbatan digrin taksiyên xwe.

'Jinên ajokarên taksiyan rastî heqaret û tacîzê tên'

Nadîa Şokofa ku nêzî 10 sal in li Tehranê ajokariya taksiyê dike, diyar kir ku di pîşeya xwe ya bi şikandina zextên civakî pêktîne de rastî tundiya mêr tê. Nadîa Şokofa, da zanîn di trafîkê de bi gelemperî rastî axaftinên zayendperest tên û wiha got: “Ajokarên mêr gelek me rehetsiz dikin. An wesayît disekinin an nahêlin em sûwar bibin an jî gotinên nebaş bikar tînin. Em ji ber vê rewşê pir xemgîn in. Em neçarin xwedî li malbata xwe derkevin. Em hewl didin nanê helal bidin ji zarokên xwe.”

Ji ber gilî kir rastî gefan hat

Nadîa Şokofa anî ziman ku ji ber heqaretên zayendperest û tacîza mêrek serî li Yekîtiya Ajokarên Taksiyan daye û wiha got: “Yekîtî li şûna ku mafên min biparêze, belge xwest. Min jî got, 'Ger jinek rastî tacizên devkî yên giran neyê, çima gilî bike?’ Tiştek nekirin û ji min soz xwestin ku ez jî tiştek nekim. Tevî ku ez li Tahranê dijîm, kesekî berpirsê taksiyan, gef li min xwar û got ku ger ez tiştek bibêjim, wê xeta min a taksiyê ji bo Krejê were veguhestin û ez di dawiyê de neçar mam soz bidim.”

'Divê em weke jin hîn zêdetir hev du bifikirin'

Nadîa Şokofa da zanîn ev cihêkariya li dijî jina ku têkoşîna jiyanê dide û zarokên xwe bi keda xwe û pereya helal xwedî dike, dibe sedema ji kar avêtîne û wiha got: “Têkiliyeke min bi rêwiyên min re pir baş e. Em dilê xwe bi hevre parve dikin, dikenin û hevdû guhdar dikin. Ger tiştek bikirin, ez benda wan diseknim. Carna ger pere wan nebe, ez pere ji wan nagrim. Ez hîn zêdetir ji jinan hez dikim. Ji ber ku civak zext li jinan dike û ez difikirim ku divê em zêdetir li ser hev bifikirin û bibin yek.”