Li Taîzê ji bo Aftehan el-Meşherî daxwaza edaletê

Li bajarê Taîza Yemenê rêxistinên jinan û aktivîstan, bi daxwaza girtina hemû kiryarên ku Aftehan el-Meşherî qetil kirine û ji bo doz bi awayek lezgîn û aşkera bê dîtin, li ber Dadgeha Îstinafê çalakî lidar xistin.

RANIA ABDULLAH

Yemen – Aftehan el-Meşherî di 18’ê Îlonê de dema sibehê ji navenda bajêr diçû ser kar, rastî êrîşek hovane hat û bi nêzî 20 guleyên ku li serê wê ketine hate qetilkirin. Beriya êrîşê derbarê gefên mirinê yên lê dihat xwarin de, serî li Yekîneyên Ewlehiyê dabû û daxwaza parastinê kiribû. Lê belê saziyên ewlehiyê yên eleqedar erka xwe bicîih neanîn. Tiştên hatiye jiyîn, bi taybetî li Taîzê û gelemperî Yemenê rastî bertekên tund hat. Piştî bûyerê gelek çalakiyên parotestoyî û meş hatin lidarxistin.

Bi beşdariya ‘Pêkhateya Jinan a Vehec’, malbata Aftehan el-Meşherî û hejmarek zêde ya aktivîstên jin û mêr, li ber Dadgeha Îstinafê ya li bajarê Taîzê xwepêşandan hat lidarxistin. Jinên beşdarî çalakiyê bûne xwestin kiryarên Rêvebera Fona Başkirin û Paqijiyê ya Taîzê û endama ‘Pêkhateya jinan a Vehec’ Aftehan el-Meşherî bên girtin û dan zanîn ku heta li bajêr rewşa ewlehiyê baş nebe, dê protestoyên xwe bidomînin û daxwaz kirin ku doz bi awayek lezgîn û aşkera bê dîtin.

‘Çalakiyên me dê bidomin’

Aktivîsta Mafên Mirovan Şînaz el-Akhalî ku beşdarî xwepêşandanê bûye wiha got: “Em wek jinên Taîzê, îro li ber Dadgeha Îstinafê, bi daxwaza radestkirina kiryarên ku Aftehan el-Meşherî qetil kirine bi awayek adilane bên cezakirin li vê derê ne. Heta hemû kujer û yên beşdarî sûc birine bên girtin, wê çalakî û daxwaza me ya edaletê bidome. Divê darizandin bi lez û aşkera be. Em dixwazin jinên Taîzê beşdarî danişînan bibin û ji kujeran hesab bixwazin.”

‘Divê berpirs bên lêpirsînkirin’
Endama ‘Pêkhateya Jinan a Vehec’ Dalîa Mihemed jî balkişand ser daxwazên jinan û wiha got: “Îro em daxwaz dikin ku hemû kiryar û hevkarên kiryarên ku Aftehan el-Meşherî qetil kirine, werin girtin. Em dixwazin di dosyayê de edalet were pêkanîn, pêvajoya hiqûqî were temamkirin, hemû kesên navên wan derbas bûne gumanbar in, werin binçavkirin û lêpirsînkirin. Ev çalakiyên aştiyane ku bi daxwaza edaletê tê kitin, di aliyê bicihbûna nirxê edaletê di civakê de girîngiyek mezin hildigre.”

‘Em li hember vê rewşê bêdeg namînin’

Elhan eş-Şeybanî jî armanca kombûna wan vegot û wiha berdewam kir: “Îro ji bo dewama têkoşîna ku me ji bo mafê Aftehan el-Meşherî daye destpêkirin em li vir in. Em dixwazin kujer û havkarên wan werin cezakirin. Di heman demê de em dixwazin rewşa ewlehiya bajêr were kontrolkirin. Em li beramberî vê rewşê bêdeng nabin. Heta hemû kujer bên darizandin û ji bo hemû mexdûran edalet neyê pêkanîn û kesên lê tê geran bên girtin dê protestoyên me yên aştiyane bidomin.”

Aftehan el-Meşherî, wek jina yekem ku bûye Rêvebera Fona Başkirin û Paqijiyê ya bajarê Taîzê tê zanîn. Di fona ku yek ji saziyên îdarî yê herî girîng ê bajar e, gelek guherîn çêkirine, rûbirûyî torek a gendeliyan hatibû, ji bo rêgeza rêveberiya baş bike meriyetê û têkoşîna li dijî gendeliyên di saziyê de, helwdanek mezin kiribû.