Li Taîzê jinan bi sempozyûmek bal kişand ser binpêkirinan

Bi wesîleya Roja Têkoşîna bi Şîdeta li Hemberî Jinan re li bajarê Taîz yê Yemenê sempozyûmek bi sernavê “Di dema şer de jinên Yemenî” hat dayîn.

HALA EL-HAŞIDÎ

Yemen – Jinên li Yemenê ji mafên xwe yên bingehîn bêpar tên hiştin, ev yek jî wan ji pêşerojê bêhêvî dike û dike hedefa pevçûnan. Bi wesîleya Roja Têkoşîna bi Şîdeta li Hemberî Jinan re li bajarê Taîz yê Yemenê sempozyûmek bi sernavê “Di dema şer de jinên Yemenî” hat dayîn.

Di sempozyûmek de bal hat kişandin ku di nava pevçûnên li Yemenê de jin xwedî sekna bi metanet û biryardarî ne lê li pişt wê sekna wan a bi hêz tecrubeyên ku ji şîdeta cur be cur gitine hene.

‘Pêdivî bi vîzyonek zelal a jinan heye’

Sabah Rajeh di axaftina xwe ya sempozyûmê de got: “Pêdiviya civaka Yemenê bi vîzyonek zelal a jinan heye lewre rewşên neyînî yên exlaqî ku divê li ser wan were rawestîn hene.”  Sabah Rajeh bal kişand ku ji bo jin di warê aborî, civakî û çandî de serbixwe bin divê ji zarokatiyê ve perwerdeya xwe bibînin da ku nivşê nû bi rola jinên zana şiyar û xwedî hişmendî be.

‘Divê di rojên wiha de hevrûbûn çêbibe mêr werin perwerdekirin’

Nawal Elî jî bal kişand ser têkoşîna li dijî zewaca di temenê biçûk de, şîdeta nava malê ya li ser jinan û wiha got: “Di roja têkoşîna bi şîdetê de divê hevrûbin çêbibe û mêr di warê rêzgirtina ji jinan re werin perwerdekirin. Her wiha bal kişand ku ji bo nîqaşên baş di navbera jin û mêran de çêbibin, rojên wiha girîng in û dibin wesîle.”

Nawal Elî bal kişand ser şantaj û şîdeta dîjîtal û got ku jin nîvê civakê ne û divê werin parastin.

Di nava şîdetê de şîdet

Hayam Saif jî bal kişand ku gelek cureyên şîdetê li dijî jinan hene û wiha got: “Şîdet êdî tenê bi lêdanê namîne, jin ji perwerde, xebat, heta mafê dayikbûn û hevjîniyê jî bêpar tên hiştin. Şîdeta dîjîtal, devkî, fizîkî û hestiyarî hene.” Hayam Saif diyar kir ku xirabûna derûniyê û bêparbûna ji hemû mafan, li Yemenê bi pevçûnan re xirabtir bûye û ev yek jî di nava şîdetê de şîdetek din e.

‘Divê hewldanên civakî zêdetir bibin’

Di dawiya sempozyûmê de bang hat kirin ku ji bo piştgirî ji jinên Yemenî re were dayîn û ji maf û rûmeta wan re rêz were girtin hewldanên civakî zêdetir bibin.

Di sempozyûmê de her wiha hat xwestin ku di têkoşîna bi şîdeta li dijî jinan re komên cuda yên civakê jî werin tevlikirin û bal hat kişandin ku ji bo dengê jinên Yemînî derbikeve û mafên wan ên hatine dizîn paşve werin girtin, çareseriyên pratîk û berdewam werin dîtin.