Li Taizê 9 sal in pirsgirêka kehrebeyê berdewam dike

Li bajarê bajarê Taizê yê Yemenê 9 sal in mexdûriyeta ku bi qutbûna kehrebeyê ava bûye berdewam dike. Taizî dixwazin êdî rayedar pirsgirêka kehrebeyê çareser bikin.

RANÎA ABDULLAH

Yemen- Li Yemenê bandora giran a şerê ku 9 sal in berdewam dike, di jiyana rojane de jî xwe dide der. Li bajarê Taizê ku dem bi dem qutbûna kehrebeyê lê hat jiyîn, tevî kampanya û hewldanan pirsgirêka kehrebeyê nayê çareserkirin. Jeneratorên ku xwedî maliyet pêwîstiyên kehrebeyê pêk nayne. Li hemberî çareserkirina pirsgirêka kehrebeyê li 10 taxan xetên kehrebeyê tînin halê bi lez. Ji bo kehrebeyê bidin 10 taxan amadekarî dest pê kir.

‘Ji şer heta niha em pirsgirêkên kehrebeyê dijîn’

Noura Abdo Muhammad ya 63 salî li bajarê Taizê dijî, diyar kir ku ji destpêka şer heta niha qutkirina kehrebeyê heye û da zanîn ku nirxê fatûrayên kehrebeyê zêde dibe û got: “Ji bo parastina dermanan divê di dolaba kehrebeyê de bin lê belê ji ber qutbûna kehrebeyê dolabên kehrebeyê naxebitin. Ji ber vê dibe ku em bibin aboneyên kehrebeyê yan ji em neçar dibin di mehên havînê de befir bikirin.”

Warda Qader Al-Asbahî diyar kir ku qutbûna kehrebeyê bandoreke neyînî li jiyana wan dike û ev tişt got: “Bi taybetî êşên nexweşên ji ber kêmaniya gurçikan li nexweşxaneyan, zarokên bi cîhazan ve girêdayî zêde kiriye. Qutbûna kehrebeyê li nexweşxaneyê, tê wateya qutbûna jiyanê. Kehrebeya tîcarî ji ber faturayên zêde ne alternatîfek baş e. Li bajar komek aktivîsta bi navê ‘Şatlsi Şatlsi’ hewldanek baş dest pê kir. Em li bendê ne encamên êşên sivîlan kêm bike bigrin.”

‘Êşên nexweşan zêdetir bûne’

Parêzer Mueen Al-Obaidi destnîşan kir ku mirovan weke alternatîf berê xwe dane enerjiya rojê lê belê ev rêbaz hemû pêwîstiyan bi cih nayne û got: “Qutbûna kehrebeyê, bi taybetî di asta kêm a germahiyê de dimîne malzemeyên pêwîst li nexweşxaneyan, bandorê li klînîk û mexazeyan dike. Ji derveyî kêmaniya gurçîkan nexweşên nexweşiyên şekir jî hene. Cîhazên ku ji bo tedawiyê tên bikaranîn divê di rewşa xebitî de bên hiştin, pêwîstî her dem bi kehrebeyê heye. Lê belê qutbûna kehrebeyê êşên wan zêde kiriye. Ew neçar kirine ku serlî alternatîfên weke kehrebeya tîcarî bidin. Ev jî çareseriyek ne guncaw e. Berovajî bûye pirsgirêkek mezin.”

‘Saziya kehrebeyê li çareseriyan negeriya’

Mueen Al-Obaîdî diyar kir ku saziya kehrebeyê li çareseriya pirsgirêkan nagere û wiha got: “Di wê demê de ji bo careke din dabînkirina kehrebeyê, çareseriyên bi lez ava kiribûn. Şebekeya kehrebeyê  ji aliyê rêveberiya xwecihî ve ji sektora teybet re kirê kir. Ev lihevkirina veşartî sivîl neçar kirin ku fatûreyên zêde razînin. Gelek hemwelatiyan fature ranezandin. Gendeliyên di desthilatdariyê de beşek zêde para ji xwediyên îstasyonên tîcarî digrin dikin. Ji bo ji nûve dayîna kehrebeyê û aktîfbûna wê divê saziya civakê bibe çareserî.”