Li Tahranê protestoyên girseyî
Xwepêşanderên ku şeva din li Tahranê li kolanan çalakî li dar xistin peyam dan ku heta azadiyê bidest nexin ew ê qadan neterikînin.

Navenda Nûçeyan- Serhildanên gel ên li Îranê piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kirin, 7 meh in bênavber didomin. Şevê din li paytexta Îran Tahranê meşên mezin yên şermezarkirinê hatin lidarxistin. Li ruxmê tedbîrîn ewlehiyê, xwepêşanderan li dijî hikumeta Îranê dirûşm berz kirin û daketin kolanan.
Tahraniyan bi gotinên‘Heta em azadiya xwe bi dest nexin, em ê qadan neterikînin’ wêneyên kesên ku di xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest dane li xalên cuda yên bajar daliqandin. Hêzên ewlehiyê ku xwestin mudaxeleyê girseyan bikin gelek kes derb kirin û binçav kirin.